Kesên ne nas li Tenefê gule li şêwirmendên koalîsyonê reşandin

Koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ ragihand ku kesên ne nas gule li şêwirmendên leşkerî yên koalîsyonê li Tenefa Sûriyê reşandin.

Kesên ne nas li Tenefê gule li şêwirmendên koalîsyonê reşandin
22 hezîran, 2018   14:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ‘ê ku DYA serkêşiya wê dike ji ajansa Sputnikê re ragihandin ku kesên ne nas gule li şêwirmendên leşkerî yên koalîsyonê û alîgirên wê yên "Ceyş Mexawîr El-Sewra" li herêma Tenef a Sûriyê reşandin û destnîşan kir ku şêwirmendan jî bersiva gulebaranê dan û tiştek li şêwirmendan nehat.

Berdevkê koalîsyona navneteweyî got, "Şervanên Ceyş Mexawîr El-Sewra û şêwirmendê Koalîsyonê li herêma kêmkirina şer li nêzî Tenefê rastî gulebaranê ji aliyê kesên ne diyar ên ku êvara 21‘ê Hizêranê li nêzî Tenefê bi cih bûne, hatin."

Berdevkê Koalîsyonê eşkere kir ku  rayedarên koalîsyonê ‘ji bo hesabekî şaş neyê kirin bi hevkarên xwe yên rûsî bi rêya kanalên vekirî di peywendiyê de ne.' Berdevkê hevpeymaniyê herwiha da xuyakirin ku piştî wê teqekirinê wan demildest bi rayedarên rûsî re peywendî danîne.