Hêzên hûsî li kerwaneke Koalîsyona Erebî da

Televîzyona girêdayî hûsiyan diyar kir ku çekên ezmanî ku ji erdê ve tên birêvebirin ên girêdayî hûsiyan, kerwanekî hêzên Koalîsyona Erebî hedef girt. Berdevkê koalîsyonê diyar kir ku vebijêrkên wan ji bo El-Hudeyda pir in û vebijêrkek jî operasyona leşkerî ye.

Hêzên hûsî li kerwaneke Koalîsyona Erebî da
22 hezîran, 2018   12:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdî ku alîgiriya serokê Yemenê Ebid Rebe Mensûr Hadî dikin, di 13`ê Hezîranê de hemleya bi navê "El-Neir El-Zehebî" li parêzgeha El-Hudeyda da destpêkirin. Hemle bi armanca ku bajar, bender û balafirgeha wê hildin, dest pê kir. Koalîsyonê beriya 3 rojan balafirgeha bajêr xist bin serweriya xwe.

Hêzên Koalîsyonê piştî ku balafirgeha El-Hudeyda xist bin serweriya xwe, niha jî ber bi bajar û benderê ve diçin. Bendera El-Hudeyda ji bo 8 milyon welatiyên Yemenê navendeke jiyanî ye.

Girêdayî mijara şerê li berava rojava kenala Qenat a ku bi navê koma Ensarallah El-Hûsî diaxive got ku roja înê çekên hewayî kerwanekî ji maşîneyên leşkerî yên koalîsyonê û hêzên El-Hadî hedef girtin.

Herî dawî komên Ensarallah El-Hûsî bi balafirên ji cureya Qasif1 hêzên Koalîsyona Erebî hedef girtin.

Her wiha hêzên El-Emalîqa roja pêncşemê li ser Twitterê ragihand ku wan balafireke koma Ensarallah El-Hûsî li nava balafirgeha El-Hudeyda, piştî ku xistin bi serweriya xwe, xistin xwarê.

Ji aliyekî din ve berdevkê Koalîsyona Erebî fermandar Tirkî El-Malikî roja înê di daxuyaniyeke çapemeniyê de li Brukselê got ku çareseriya siyasî ji gelê Yemenê re ya baş e. Ji bo parêzgeha El-Hudeyda fermandar Tirkî El-Malikî got ku gelek pêşniyarên wan hene, ji wan yek jî oparesyona leşkerî ye.

El-Malikî got ku operasyonên koalîsyonê li El-Hudeyda didomin û hêzên hevbeş mayinan radikin.

Di dawiyê de El-Malikî got ku rizgarkirina bendera El-Hudeyda wê damarê sereke yê hûsiyan ku di rêya wê re çekan digirin, qut bibe.

(bx/ew)