Rêveberiya Kampa Eyn Îsa daxwaza koçberan pêk tîne

Rêveberiya Kampa Eyn Îsa di çarçoveya plana xwe ya nû de dest bi danîna konên nû kir.

Rêveberiya Kampa Eyn Îsa daxwaza koçberan pêk tîne
Rêveberiya Kampa Eyn Îsa daxwaza koçberan pêk tîne
Rêveberiya Kampa Eyn Îsa daxwaza koçberan pêk tîne
Rêveberiya Kampa Eyn Îsa daxwaza koçberan pêk tîne
Rêveberiya Kampa Eyn Îsa daxwaza koçberan pêk tîne
22 hezîran, 2018   09:20

GIRÊ SPÎ

Ji ber rewşa hewayê hezar û 300 konên di kampa Eyn Îsa de telef bûn. Rêveberiya kampê li ser daxwaza welatiyên koçber, bi alîkariya Komîseriya Bilind a Karûbarên Koçberan (UNHCR) dest bi guhertina konan kir.

Rêveberiya kampê plana xwe ya guhertina konan danî û dest bi alîkariya welatiyên koçber kir. Li gorî plana heyî dê niha rojane 30 kon werin dayîn. Rêveberiyê ji UNHCR'yê 550 kon wergirtine.

Komîteya Kampan a melcisa navçeyê 50 karker ji bo danîna konan erkdar kirin. Koçberan spasiya rêveberiya kampê kir ku demildest bersiva wan da.

Der barê mijarê de endamê rêveberiya kampê Xelîl El-Şetî got ku beriya niha tu bersiv tune bû û da zanîn ku niha wan 550 kon ji UNHCR'yê û 80 konên din ji Rêxistina Bijîşkên Sînornenas wergirtine.

ANHA