Konferansa "Rizgarkirina Efrînê" bi biryaran bi dawî bû

Konferansa rêveberên saziyên sivîl ên herêma Efrînê ya bi dirûşma "Konferansa Rizgarkirina Efrînê bi biryaran bi dawî bû. Encamên konferansê di çend rojên pêş bi daxuyaniyekê wê were eşkere kirin.

Konferansa "Rizgarkirina Efrînê" bi biryaran bi dawî bû
Konferansa "Rizgarkirina Efrînê" bi biryaran bi dawî bû
Konferansa "Rizgarkirina Efrînê" bi biryaran bi dawî bû
Konferansa "Rizgarkirina Efrînê" bi biryaran bi dawî bû
Konferansa "Rizgarkirina Efrînê" bi biryaran bi dawî bû
Konferansa "Rizgarkirina Efrînê" bi biryaran bi dawî bû
Konferansa "Rizgarkirina Efrînê" bi biryaran bi dawî bû
Konferansa "Rizgarkirina Efrînê" bi biryaran bi dawî bû
Konferansa "Rizgarkirina Efrînê" bi biryaran bi dawî bû
22 hezîran, 2018   05:53

EFRÎN

"Konferansa Rizgarkirina Efrînê" ji 18‘ê Hezîranê ve destpê kiriye. Konferans bi beşdarbûna 250 endamên saziyên sivîl, civakî, çandî, aborî û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê, hejmareke rewşenbîr, siyasetmedar, nûnerên MSD‘ê, Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê wekî mêvan beşdarî konferansê bûn.

Konferans heya 21‘ê Hezîranê ve dewam kir.

Konferans bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdan destpê kir.

Axaftina destpêkê ya konferansê ji aliyê Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl ve hate kirin. Xelîl bi xêrhatina beşdaran kirin û lidarxistina konferasê pîroz kir.

Aldar Xelîl, destnîşan kir ku binpêkirinên ku li Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve û çeteyên wê rû dane li pêşiya hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyeya bû kelem û wiha domand, "Parastina rewa mafê gelê Efrînê û berxwedaniya li hemberî dagirkeriya erka wan e. Berxwedan heta niha berdewam e ta serkeftinê."

Xelîl, her wiha got, "Em berxwedana Serdemê bikin bingha çareserkirina aloziya Sûriyê, li ser vê yekê biryarên ku di vê konferansê de werin derxistin dê bibe bingeha rizgarkirina Efrînê ava bike."

Di konferansê de, endamên dîwanê ji 5 kesan hatin hilbijartin. Paşê rewşa, siyasî, doplomasî, rêveberî, rêxistînî, aborî, leşkerî hatin nirxandin.

Di nirxandinan de, kêmasî û şaştiyên berê derketine hatin nîqaşkirin, her wiha nêrîn û pêşniyarên beşdaran derbarê pêngava rizgarkirina Efrînê de hatin guhdarkirin.

Beşdaran dirûşma "Bi rihê Berxwedana Serdemê em asta tolhildanê mezin bikin û Efrînê rizgar bikin" ji bo Pêngava Rizgarkirina Efrînê hilbijartin.

Encamên konferasnê dê çeng rojên pêş bi daxuyaniyekê were eşkerekirin.

(bb)

ANHA