‘Heger Erdogan bi serkeve dê kêşeyên gel zêde bibin‘

Şêniyên Girê Spî siyasta dewleta Tirk li herêmê şermezar kirin û diyar kirin ku heger Erdogan di hilbijartinan de ser bikeve, dê kêşeyên gelê Tirk û gelên din zêdetir bibe.

‘Heger Erdogan bi serkeve dê kêşeyên gel zêde bibin‘
22 hezîran, 2018   05:31

MEED SELÛM / GIRÊ SPÎ

Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo pergala serweriya Tirkiyê ji Perlemantrî bike desthilatdarî, hilbijartinên serokomariyê ji bo 24‘ê ê Hezîranê pêşde xist.

Derbarê vê mijarê de welatiyê bi navê Hezai Mihemed got:" Siyaseta dewleta Tirk li herêmê ne nû ne. Dewleta Tirk ji ber birçîbûnên xwe li herêmê bi bihaneya rizgarkirirn û parastina gelên demokratîk û bindest herêmê dagir dike."

Mihemed di berdewama axaftinên xwe de got ku Erdogan çeteyên DAIŞ‘ê li herêmên Sûriyê ( Efrîn, Cerablus, Bab û Idlib) kom kirine û ji bo ku di hilbijartinan de bi serkeve Efrîn dagir kir, lê ev dagirkerî wê ters lê veger e, ji ber ku Efrîn nehatî rizgarkirin lê belê hatî dagirkirin û welatiyên wê koçber bûn û rastî hemû cureyên dizî, talankirin û kuştinê hatin.

Hezai bang li gelên Tirkiyê kir ku dengê xwe bidin kesayeteke baş ku karibe xizmeta gelê xwe bike.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Fewaz El-Hermiyê mudexeleyên Tirk li Sûriyê şermezar kir û got:" Erdogan bi kirin û siyaseta xwe rêgeza demokrasî û mirovahiyê bin pê dike. Erdogan piştî dagirkirina Efrînê, bi armanca qezenckirina raya giştî ya Tirkiyê, propegandeya dagirkirina Minbicê dike".

El-Hermiyê gotinên xwe wiha domand:"armanca Erdogan ji hilbijartinên pêşwext ew e ku bikêrhatina Dîktatoriya xwe firehtir bike. Lewra divê gelê Tirkiyê balder be û biserketina Erdogan dê kêşeyên gelên Tirk û gelên din zêde bibe".

Her wiha El-Hermiyê bang li gelên Tirkiyê kir ku ji bo aramî û ewlehiya Tirkiyê dengê xwe bidin HDP‘ê.

)şx(

ANHA