Ciwanên Girê Spî: Ji bo parastina welat em amade ne

Ciwanên Girê Spî diyar kir ku ew ji bo parastina herêmên xwe ji dagirkeriya dewleta tirk amade ne.

Ciwanên Girê Spî: Ji bo parastina welat em amade ne
22 hezîran, 2018   06:13

DICLE EHMED-CIMA MIHEMED / KOBANÊ

Endama Tevgera Ciwanên Ereb Ranya Şêx Ehmed diyar kir ku ew ji bo parastina herêmên xwe amade ne û wiha got: "Îro gelê kurd û ereb bi yek dengî li hemberî dagirkeran disekinin. Em wek ciwanan nahêlin ku dewleta tirk axa me dagir bike û em ê bi hemû hêza xwe parastina herêmên xwe bikin". Di dawiya axaftina xwe de Ranya Şêx Ehmed bang li ciwanên Sûriyeyê kir ku asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin.

Ji aliyê xwe ve endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Tirkmen Enes Ebdulrezaq diyar kir ku gelên Bakurê Sûriyeyê rêgeza jiyana hevbeş û biratiya gelan pêk tînin û wiha got: "Em ji bo parastina axa xwe ji her xetereyekê ku ewlehiya herêm dixe metirsiyê, amade ne".

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Tevgera Ciwanên Ereb a Girê Spî Cewahir El-Faris ji ev tişt anîn ziman: “Em wek ciwan şopdarên rêya şehîdan in û ji pararstina axa Sûriyeyê ji her êrîşekê û ji dagirkeriya tirk re amade ne".

Cewahir El-Faris diyar kir parastina welat erka ciwanên şoreşger e, ji ber ku ew bingeha civakê ne.

(şx/ew)

ANHA