Li kampa Eyn Îsa koçber bê çadir man

Ji sedî 50 çadirên kampa Eyn Îsa ji ber rewşa hewayê riziyan. Koçberên kampê banga alîkariyê dikin. Her wiha rêveberî hewl dide vê pirsgirêkê çareser bike lê rêxistinên mirovî rewşa kampê paşguh kiriye.

Li kampa Eyn Îsa koçber bê çadir man
Li kampa Eyn Îsa koçber bê çadir man
Li kampa Eyn Îsa koçber bê çadir man
Li kampa Eyn Îsa koçber bê çadir man
Li kampa Eyn Îsa koçber bê çadir man
Li kampa Eyn Îsa koçber bê çadir man
Li kampa Eyn Îsa koçber bê çadir man
Li kampa Eyn Îsa koçber bê çadir man
21 hezîran, 2018   09:32

EHMED EL-KEMIYAN – TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Di kampa navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî de nêzî 13 hezar koçberên ji hemû bajarên Sûriyeyê û Iraqî dijîn. Koçber li ser 2 hezar û 700 çadirên biçûk û 13 ên biçûk belav dibin. Di demên dawîn de ji ber rewşa hewa nêzî hezar û 300 çadir riziyan.

Her wiha ji ber bilindbûna germahiyê ji sedî 50 çadirên koçberên kampê zirar dîtiye. Ji ber ku çadir ji cawê ne, baş nehatine çêkirin. Ji ber vê yekê bi sedan malbat bê cih û war mane.

Nêzî 750 çadiran dibe ku werin sererast kirin, her wiha 550 çadirên din bi temamî riziyane û êdî nema tên bikaranîn.

Di vê çarçoveyê Lûeyî El-Selama û Xalid El-Elî  ku di kampê de dimînin, destnîşan kir ku wan hêviyên xwe ji saziyên alîkariyê qut kirin û dest bi sererastkirina çadirên xwe kir da ku xwe ji tavê biparêzin. Her wiha tekez kirin ku çadirên ku din her çadireke neriziya de 2  malbat dijîn.

Her du koçberan bang li rêveberiya kampê û rêxistinên alîkariyê kir da ku di demeke nêz de alîkariya wan bikin û rewşa wan di ber çavan re derbas bikin.

Her wiha hevserokê Komîteya Kampê yê navçeya Eyn Îsa Celal El-Eyaf got ku wan 550 çadir ji koçberan re peyda kirine û wê di hefteya li pêş me li wan belav bikin. El-Eyaf di axaftina xwe de got ku hemû rêxistinên mirovahî rewşa kampê û koçberan paşguh kiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di meha derbasbûyî de rewşa hewayê li gelek bajar û herêmên Bakurê Sûriyeyê ne baş bû û baran bi dijwarî barî. Di encama wê de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest da û zirarên mezin gihaştin mal û milkên welatiyan.

(bx/ew)

ANHA