Ciwanên herêma Firatê berê xwe da herêma Cizîrê

Bi sedan ciwanên herêma Firatê berê xwe da herêma Cizîrê. Ciwan dê derbasî başûre Kurdistanê bibin û li hemberî dagirkeriya dewleta tirk çalakiyan li dar bixin.

Ciwanên herêma Firatê berê xwe da herêma Cizîrê
Ciwanên herêma Firatê berê xwe da herêma Cizîrê
Ciwanên herêma Firatê berê xwe da herêma Cizîrê
21 hezîran, 2018   09:27

KOBANÊ

Di çarçoveya pêngava duyemîn ya "Serî Hilde" de û di bin slogana "Serî hildin, şer bikin, Efrînê rizgar bikin" Ciwanên Rojava hemleyek dabû destpêkirin. Li aliyekî din jî ciwanan çalakiyeke din da destpêkirin. Ji bo ku ciwan derbasî Başûr bibin û rê li ber dagirkeriya tirk  bigirin, dê derbasî başûrê Kurdistanê bibin. 

Bi sedan ciwanên herêma Firatê îro berê xwe da bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê ji bo ku beşdarî çalakiyê bibin.

Ciwana bi navê Rodîn Borzan ku tev li çalakiyê bûye wiha got: "Em wek ciwanên kantona Kobanê jî em berê xwe didin bajarê Dêrikê ji bo ku em derbasî xaka başûrê Kurdistanê bibin û piştgiriya şêniyên başûrê Kurdistanê bikin li himberî dagirkeriya tikr a dagirker."

Borzan tekez kir ku divê dewleta tirk bizane ku ew guh nadin sînoran û dê li her çar parçeyan li hemberî dagirkeriyê bisekinin.”

Ji aliyekî din ve jî ciwanê bi navê Elî Til Xezal jî diyar kir ku dê li hemberî hemû êrîşên li ser welatê xwe bisekinin û dê serkeftin a wan be.

(cu-ew)

ANHA