Çeteyê Tirk ê ku amadekariya siwîqast dikir li Minbicê hat girtin

Çeteyê Mertala Firatê ya girêdayî Artêşa Tirk ku beranberî pereyan amadekariya êrîşan li dijî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dikir, hate girtin. Çeteyê behsa mijarê da zanîn ku Artêşa Tirk dixwaze di riya çeteyan de li Minbicê tevlîheviyan pêk bîne.

Çeteyê Tirk ê ku amadekariya siwîqast dikir li Minbicê hat girtin
21 hezîran, 2018   04:35

MINBIC

Çeteyê bi navê Qusey Mahêr e girêdayî koma terorîst a Diri El-Firat (Mertala Firatê) dema di nav amadekariya pêkanîna êrîşan li bajarê Minbicê de bû ji alî hêzên ewlekariyê ya Minbicê ve hate girtin. Mahîr diyar kir ku jê hatiye xwestin li hember endamên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê êrîşan pêk bîne û dîmenên wan ji fermandarên artêşa Tirk re bişîne.

Çeteyê bi navê Qusey Mahêr li gundê Qirat yê Cerablûsê jidayîk bûye û li Minbicê jiyan dikir.

Qusey anî ziman ku kesê bi navê Mihemed Ebûd ê ji Ezazê ji endamê Cebhe El-Şamiya pê re têkilî daniye û gotiye ku karek heye, divê ew bi hevre bikin û ev tişt anî ziman: “Me rojek diyar kir. Me hev li gundê Qirata dît. Ev gund di nav sînorê Cerablûsê de ye. Niha di destê artêşa Tirk de ye. Wî ji bo min bombeyek amade kiribû. Min fêr kir ku ezê bombe çawa bikar bînim. Pişt re min bombe girt û min li nêzî mala xwe ya Minbicê veşart.”

Beranberî êrîşî 10 hezar dolar

Qusyê her wiha diyar kir ku ger ev êrîş pêk baniya û dîmenê wê ji fermandarên artêşa Tirk a dagirker re bişanda, wê 10 hezar dolar beranberî wê girtiba û wiha dom kir: “Ji min re gotibûn ku heya em agahî nedin êrîşê pêk neyne. Armanc ji vê çalakiyê ew bû ku em bêjin Cebhe El-Şamiya di nav Minbicê de ye û dikare çalakiyan pêk bîne. Artêşa Tirk jî li ser vê esasê bînin ziman ku şaneyên wan ên razayî di hundir Minbicê de hene.”

Şerê çeteyan ranewestiya ye

Ji dema Artêşa tirk û çeteyên wê bajarê Cerablûsê dagirkirin, tevlîhevî û şerê naxweyî yê komên çete ranaweste. Artêşa Tirk a dagirker ji ber vê yekê hewl dide ku heman tevlîheviyan di Minbicê de jî pêşbixe da ku ji bo armanca xwe ya dagirkirina Minbicê bibe xwedî sedem. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Ewlekariyê heya niha bi gelek operasyonan ev hewldanên artêşa Tirk û komên çete vala derxistin. Beriya niha eşkere bû ku MIT a Tirkiyê van çeteyan rasterast kontrol dike û bi riya wan endamên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dike hedef.

Çete di berdewamiya axaftinên xwe de got ku ew poşman e û ji ber ku pêdiviya wî bi pereyan hebû hatiye xapandin.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Ewlekariyê operasyonên xwe yên li hember komên çete û şaneyên razayî yên di Minbicê de didomînin.