Gelê Minbicê: Em tu carî rê nadin dagirkeran

Cîgirê Fermandariya Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê got ku ew tu carî derfet nadin artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê destwerdna karê Minbicê bikin. Her wiha tekez kir ku dê bersiva hemû kesên ku dixwazin aramî û ewlehiya Minbicê tevlihev bikin, bidin.

Gelê Minbicê: Em tu carî rê nadin dagirkeran
20 hezîran, 2018   12:11

MINBIC

Cîgirê Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê di xwepêşandana ku li bajar ji bo şermezarkirina destwerdana Tirkiyeyê ji Minbicê re hate lidarxistin de axivî.

Bi hezaran şêniyên bajarê Minbicê û gundewarên wê bi dirûşma "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê nûneriya îradeya gel dike" tev li xwepêşandê bûn. Her wiha bi hezaran şêniyên Bakurê Sûriyeyê (Minbic, Tebqa û Reqa) jî tev li xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandan ji çerxerêya El-Beta ya dikeve aliyê başûrê Minbicê dest pê kir û ber bi qada giştî ya bajar ve meşiya. Xwepêşandan li qadê veguherî mitîngê.

Di mitîngê de cîgirê Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El-Benawî axivî. El-Benawî got ku Meclisa Leşkerî ya Minbicê wê mertalê bajarê xwe be û tu carî derfet nadin ku Tirkiye destwerdana Minbicê bike. El-Benawî tekez kir ku dê bersiva her kesê ku dixwaze aramî û ewlehiya Minbicê tevlihev bikin, bidin.

Her wiha bi navê eşîrên Minbicê Îbrahîm Şelaş ev tişt anî ziman: "Em destwerdana Tirkiyeyê ji xaka Sûriyê bi temamî şermezar dikin. Em tu carî derfet nadin dagirkeriya Tirkiyê ku bi hustek ji xaka me dagir bike. Em wek gelê Minbicê heta dilopa xwîna me ya dawiyê destek bidin Meclisa Leşkerî ya Minbicê."

Li ser navê Rêveberiya Herêma Dêrazorê Xelef El-Esed axivî û diyar kir ku ew wekî şêniyên Dêrazorê amade ne li dijî êrîşên hemû êrîşên ku yekitiya gelê herêmê hedef digirin derkevin û wiha dom kir: "Em ê li dijî hemû xetereyên aramiya herêmên me binpê dikin, derkevin."

El-Esed di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû şêniyên herêmê kir ku bi yekdestî li dijî êrîşkaran derkevin û parastina herêmên xwe bikin.

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê û Gundewarên Wê jî Hamid El-Ferec axivî û ev tişt anî ziman: "Em hatine bajarê Seyîf El-Ah û Buhterê da ku em li dijî dagirkeran bisekinin, em ji vir ji Erdogan  û hemû êrîşkaran re tekez dikin ku emê bi berxwedana xwe rê nedin ku îradeya gelê me binpê bikin."

Li ser navê eşîrên Reqayê jî Şêz Emîr El-Xabûr axivî û êrîş û gefên artêşa tirk ên li ser Minbic û tevahî Bakurê Sûriyê şermezar kirin û got ku Tirkiye di nava hewldanan de ye ku fikrê tarî ji bo berjewendiyên xwe li herêmê bi cih bike.

Li ser navê Meclisa Jinên Minbicê jî Hena Şerîf axivî û got ku ew ê bi tu awayî destwerdana dewleta tirk di herêmê de qebûl nekin.

Meşvanan bi dirûşmên silavkirina berxwedana şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê dawî li çalakiya xwe anî.

ANHA