Şandeya lubnanî gera xwe li Kampa Serdem berdewam dike

Piştî serdana Kampa Berxwedan, şandeya mafnasên lubnanî gera xwe li Kampa Serdem jî berdewam dike û li rewşa Efrîniyên di kampê de dimînin, dipirse. 

Şandeya lubnanî gera xwe li Kampa Serdem berdewam dike
20 hezîran, 2018   10:31

ŞEHBA

Şandeya lubnanî ya bi hevkariya Kongreya Star û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li Kampa Serdem geriya, armanca wan ew bû ku rewşa şêniyên Efrînê yên di kampan de dimîn in bişopîn in.

Endamên şandeyê di gera xwe de bi welatiyên Efrînê re diaxivin û pirsa rewşa wan kir, Efrîniyan ji şandeyê xwest ku vegera welatiyan a ji bo bajarê Efrînê bê mîsogerkirin.    

(cu-ew)

ANHA