Artêşa Lîbyayê taxên navenda Dernayê bi dest xistin

Artêşa Lîbyayê taxên navenda bajarê Dernayê yê bakurê rojhilatê Lîbyayê ji komên çekdar ên bi navê Meclisa Şûra ya Mucahidîn Derna derxist.

Artêşa Lîbyayê taxên navenda Dernayê bi dest xistin
20 hezîran, 2018   08:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên leşkerî ji artêşa Lîbyayê destnîşan kir ku hêzên Mareşal Xelîfe Hefter girtina taxên navenda bajarê Derna yê bakurê rojhilatê Lîbyayê bi dawî kirine.

Çavkaniyan ji rojnameya Bewabet El-West a Lîbyayê re aşkera kir ku artêşa Lîbyayê taxên navenda bajarê Derna bi temamî ji destê koma çekdar a bi navê "Meclisa Şûra ya Mucahidîn Derna" derxist û got ku artêşa Lîbyayê li Sûka Delam û koşeyên taxa El-Mexmar li pey çekdarên mayî ketiye.

Artêşa Lîbyayê di roja 8'ê Gulana derbasbûyî de hemleya girtina bajarê Derna ji komên çekdar da destpêkirin û di destpêka meha Hezîranê de karîbûn bikevin bajar.