Îsraîlê 25 cih li Xezayê hedef girtin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di şeva sêşemê de li ser bersiva topên ku ji Xezayê hatin wan, wan 25 cih li Xezayê hedef girtin.

Îsraîlê 25 cih li Xezayê hedef girtin
20 hezîran, 2018   08:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê der barê mijarê de daxuyaniyek da û got ku şevê din derdora 30 hewan ji aliyê Xezayê ve li xaka Îsraîlê ketin û destnîşan kir ku li ser vê yekê sîstema parastina ezmanî ya Îsraîlê (Quba ji Hesin) 7 moşek asteng kirin û 3 moşekên din li Xezayê ketin û got ku moşekên derbasî Îsraîlê bûn jî tu ziyan pêk neanîn.

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku wan li ser vê yekê bersiv daye û 25 baregeh û noqteyên leşkerî yên Tevgera Hemasê topbaran kirine.