De Mistûra bêyî Sûriyan komîteya destûrî gotûbêj dike

Li rex tunebûna temam a îradeya Sûriyeyê, şandeyê navnetewî yê ji bo Sûriyeyê Stefan de Mistûra bi dewletên destwerdana Sûriyeyê dikin re komîteya destûrî ku alîgirên rêjîmê û dewleta dagirker a Tirkiyeyê bi sponseriya Rûsyayê di konferansa Soçî de lihev kirine, gotûbêj dike.

De Mistûra bêyî Sûriyan komîteya destûrî gotûbêj dike
19 hezîran, 2018   11:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyê navnetewî yê ji bo Sûriyeyê Stefan de Mistûra di çarşema borî de ragihand ku dê bi dewletên ku di bin hinceta "dewletên misoger" de dagirkeriya Sûriyeyê dikin re bicive. De Mistûra destnîşan kir ku civîna wan dê li Cenêvê di 18 -19'ê vê hizêranê de pêk were. Her wiha dê komîteya destûrî ku di konferansa Soçî de li ser welatiyên Sûriyeyê hatiye ferzkirin gotûbêj bikin. Ev konferans ku bi sponseriya Rûsiyayê pêk hatiye û Tirkiyeyê jî erê kiriye û weke dewleta misoger li parêzgeha Idlibê hatiye destgirtin ku Cebhet El-Nusra li wir serwer e.

Di civîna bi De Mistûra re nûnertiya aliyê Rûsyayê, şandeyê serokatiyê ji bo Sûriyeyê Alêksander Lavrentev û cîgirê Wezîrê Karên Derve Sêrgî Fêrşînîn dê bikin û ji aliyê Tirkiyeyê ve Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê dê nûnertiyê bike û ji aliyê Îranê ve cîgirê Wezîrê Karên Derve dê nûnertiyê bike.

Di hevdîtina bi De Mistûra re nûnerên hersê dewletan ku car bi car li Astana dicivin, şêwrên xwe ji bo berjewendiyên xwe di Sûriyeyê de dûrî îradeya Sûriyan didin meşandin.

Di Konferansa Soçî de ji bo avakirina komîteyeke destûrî lihevkirinek pêk hat û rêjîma Sûriyeyê nûnerên xwe pêşniyar bike û opozîsyona li Tirkiyeyê jî dê nûnerên xwe pêşniyarê vê komîteyê bike. Li aliyekî din gelek aliyên Sûriyeyê yên derveyî rêjîm û opozîsyona girêdayî Tirkiyeyê hatin dûrxistin.

Tevî ku hersê dewlet weke ku lihevkirine xwe nîşan didin, lê nakokiyên di navbera wan de gelekî kûr in. Rûsya û Îranê weke alîgirên herî mezin ji rêjîma Sûriyeyê re ne, lê ajandeyên herdu aliyan jihevûdu cûda ne. Di van demên dawî de jî Rûsyayê daxuyanî dan ku divê Îran ji Sûriyeyê vekişe da ku parastina Îsraîlê misoger bibe.

Tirkiye jî ku alîkariya komên El-Qaîdê di Sûriyeyê de dike û herêmên Bakurê Sûriyeyê bi hevpeymanekê bi Rûsyayê re dagir kirine, berjewendiyên wê cûdayî berjewendiyên Rûsya û Îranê ne.

De Mistûra di demeke borî de jî ragihand ku piştî civîna bi hersê dewletên Rûsya, Îran û Tirkiyeyê re dê bi nûnerên dewletên din ên destwerdana Sûriyeyê dikin re bicive yên weke Emerîka û Urdun û hin dewletên din.