Balafirgeha El-Hudeyda ket destê Artêşa Yemenê

Li rojavayê Yemenê hêzên Yemenê xwest ji bo dagirkirina balafirgeha El-Hudeyda pêngaveke nû bidin destpêkirin. Piştî bersivdayîna hêzên Hûsiyan pevçûnên dijwar qewimîn.  Di encamê de Balafirgeh ket dest Artêşa Yemenê.

Balafirgeha El-Hudeyda ket destê Artêşa Yemenê
19 hezîran, 2018   10:11

 NAVENDA NÛÇEYAN

Li derdora Waswar û ji bo girtina balafirgeha El-Hudeyda, fermandarê hêzên bi ser hikumetê ve ku alîkariya xwe ji Koalîsyona Erebî digire, ji ajansa fransî AFP’ê re da diyarkirin ku hêzeke mezin di operasyona ku dixwaze alîkariyê bigihîne balafirgehê de cih digire.  

Beriya Artêşa Yemenê balafirgehê bixwe dest, balafirên leşkerî yên Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdî gelek êrîşên xwe birin ser balafirgeh û tugaya hewayî li El-Cebana û baregeha deryayî li Kesîba ya bajarê El-Hudeyda.  

Li dijî wan ji aliyê koma Ensarallah El-Hûsî ve gelek alîkarî birin bajarê El-Hudeyda, di vê derbarê de gelek çekdar û qernas hilkişiyan ser malan û gelek mozî jî di kolanên bajêr de kolan.

Tê zanîn ku roja Çarşemê koalîsyona bi serkêşiya Siûdiyê bi navê "Serkeftina Zêrîn" gelek êrîş pêk anîn ji bo girtina bajarê El-Hudeyda û xwestin ku Bendera wê bidest xistin

Ev bendera sereke ye di bin destê Hûsiyan de bû, ji ber ku alîkariyên mirovî û alavên bazirganî û xwarinê tê re derbas dibin û ev alîkarî digihîje bi milyonan welatiyan.

Lê Koalîsyona Erebî dibîne ku ev bender cihê sereke ye ji êrîşan re, ji ber ku di rêya vê benderê de gelek êrîş li ser keştiyan dibin û gelek kemyon bi qaçaxî ji Îranê re tên şandin.

Çapemeniya girêdayî alîgirên Artêşa Yemenê diyar kirin ku di encama şer de Artêşa Yemenê balafirgeha El-Hudeyda bi dest xist.