Li Sêrt û Colemêrgê çalakî

Di çalakiyên Colemêrg û Sêrtê pêk hatî de leşkerek hate kuştin û 8 leşker jî birîndar bûn.

Li Sêrt û Colemêrgê çalakî
19 hezîran, 2018   06:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raghandina dewleta Tirk diyar kir ku  li herêma Neqeba Şêr a gundê Gêman a girêdayî navçeya Çelê ya girêdayî Colemergê ya Bakurê Kurdistanê , di çalakiya ku bi roketê ji hêla gerîlayan ve hate lidarxistin de herî kêm 6 leşker birîndar bûn.

Li herêma gundê Dagdaş a girêdayê navçeya Dihê ya Sêrtê jî, dema leşker diboriyan, teqînek pêk  hat û  leşkerek mir, 2 leşker jî birîndar bûn.