Li herêma Erîşa firinek hate vekirin

Li gundê Etala yê girêdayî herêma Erîşa firinek bi awayê hevkariyê hate vekirin.

Li herêma Erîşa firinek hate vekirin
19 hezîran, 2018   06:38

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Tê zanîn ku pirsgirêka nan dibû pirsgirêka sereke ji welatiyên herêma Erîşa û gundewarên wê re, lê piştî vekirina firinekê ji aliyê komîteya aborî ya bajarê Hesekê ve li gundê Etala, pirsgirêka nan jî tê çareserkirin.

Tê zanîn ku ev firina hate vekirin nan dide derdora 20 gundên Erîşa, her wiha firin di rojê de derdora 3 ton nan çêdike û belavkirina nan dibe du beş her beşek derdora 10 gundan di nav xwe de dihewîne.

Hevserokê Meclisa Aborî ya Herêma Erîşa Silêman EL-Ebdela re ji ajansa me ANHA’yê re axivî. Ebdela da zanîn ku vekirina vê firinê gaveke erênî ye û bi vê yekê gelek daxwaziyên gel bi cih tînin. 

Ebdela da zanîn ku herêm kirine du beş û rojê nan li beşekê tê belavkirin û wê berhema firinê bê zêdekirin.

Welatiya bi nave Dunya EL-Rimêh ji aliyê xwe ve anî ziman ku vê firinê gelek pirsgirêkên wan çareser kirine, wekî çûna nav gundan ji bo peydakirina nan.

(cu-ew)

AHNA