Gelê Serêkaniyê endamê Hêzên Asasyîşê Hesen El-Bekîr oxir kirin

Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê  cenazeya endamê Hêzên Asayîşê Hesen El-Bekir li goristana şehîdên Serêkaniyê oxir kirin.

Gelê Serêkaniyê endamê Hêzên Asasyîşê Hesen El-Bekîr oxir kirin
Gelê Serêkaniyê endamê Hêzên Asasyîşê Hesen El-Bekîr oxir kirin
18 hezîran, 2018   18:07

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Şerêkaniyê bi armanca oxirkirina cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Hesen El-Bekîr ê ku di encana qezaya tirafîke de şehîd bibûn li pêşiya nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê kom bûn.

Girseya gel, piştî ku cenaze ji nexweşxaneyê wergirtin bi kerwanekî erebeyan ber bi goristana şehîdan ve herikîn.

Li goristanê merasîmeke hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanên cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Serêkaniyê Şêrîn Şêxê axivî. Şêrin sersaxî ji malbata şehîd re xwest  û diyar kir ku van şehîdan di oxira rizgarkirina welatên xwe de bedelên giran dane.

Bi navê Hêzên Asayîşa Rojava – Bakurê Sûriyeyê Fadil Muslim jî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Muslim anî ziman ku bi saya şehîdan pêvajoyeke nû ku tê de îradeya gel li dere tê afirandin.

Fadil Muslim her wiha banga xwedîderketina li şehîdan û parastina destkeftiyên ku bi xwîna wan hatine qezenkirin kir.

Di dawiya merasîmê de, wesîqa şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hatin kirin. Piştre jî endamên Hêzên Asayîşê cenazeyê hevalê xwe hilgirtin ser milên xwe û di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de spartin axê.

(sx)

ANHA