HPG'ê li ser çalakiyan û êrîşên hewayî daxuyanî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li Colemêrgê û êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG'ê li ser çalakiyan û êrîşên hewayî daxuyanî da
18 hezîran, 2018   13:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Hêzên Parastina Gel (HPG) de ev agahî hatin dayin:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de hêzên me li Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

Çalakiyên li Colemêrgê

16'ê Hezîranê saet di 23.30'an de hêzên me li dagirkerên li ser girê Xeregolê yê li navçeya Çelê xistin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

17'ê Hezîranê saet di 18.00’an de hêzên me yên YJA Starê li girekî dijmin xist ku ewlekariya qereqola Bezelê ya navçeya Şemzînanê dikir. Ji sê baskan ve gule li çeper û stargehên dijmin hatin reşandin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin an jî birîndar bûn nehate zelalkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hewan avêtin herêmê.

Êrîşên hewayî

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker roja 16'ê Hezîranê saet di 23.00’an de derdora gundê Çemço yê herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, 17'ê Hezîranê piştî nîvro jî qada Adilbeg a herêma Avaşînê bombebaran kirin. Ji ber bomberbaranê zerar li dehl û rezên gundiyên li derdora gundê Çemço bû.

Di van êrîşên berfireh de yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, hêzên me yên gerîla tu  windahî nedane. Dewleta TC a dagirker timî Qendîlê di rojevê de dihêle û bi rêya medyaya alîgirê xwe di çarçoveya propagandaya şerê taybet de îdia dike ku gerîla windahî dane. Nûçeyên bi vî rengî ne rast in. Dagirkerên ku ji hêzên me yên gerîla her roj derbên giran dixwin, bi rêya nûçeyên derew hewl didin kuştiyên xwe ji civaka Tirkiyeyê veşêrin û rewşa xwe ya têkçûyî binixumînin. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku li qada şer winda dike û nagihîje armanca xwe, bi rêya propagandaya şerê taybet hewl dide xwe serkeftî nîşan bide. Tevgera me tevgereke zelal e û hemû bûyerên li qada şer diqewimin wekî xwe ji raya giştî re aşkera dike. Bila gelê me bi nûçeyên derew ên desthilata faşîst a AKP-MHP'ê nexape."