Hejmara kuştiyên bombebarana El-Bûkemalê gihaşt 52 kesan

Hejmara endamên rejîma Sûriyê yên di êrîşa esmanî ya li nêzî El-Bûkemalê de hatin kuştin, gihaşt 52 kesan.

Hejmara kuştiyên bombebarana El-Bûkemalê gihaşt 52 kesan
18 hezîran, 2018   13:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (Mersed Sûrî) diyar kir ku hejmara kuştiyên hêzên rejîmê yên ji ber bombebarana baregehên rejîmê ya li El-Bûkemalê jiyana xwe ji dest da, gihaşt 52 kesan. Her wiha hate diyarkirin ku hejmara kuştiyên rejîma Sûriyê 16 e û yên din çekdarên Hizb El-Ah a Lubnanê ne. Hate gotin ku dibe ku hejmara kuştiyên rejîmê zêdetir bibe.

Duh bi şev baregehên hêzên rejîmê û alîgirên wê ji aliyê balafirên nenas ve hatin bombebarankirin. Bombebaran li ser xeta sînorê Sûriye – Iraqê li herêma El-Bûkemalê pêk hat.