Şervanên YPJ‘ê: Em ji bo azadiya jinan şer dikin

Şervanên YPJ‘ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de cih girtine, diyar kirin ku wan azadiya xwe di nava YPJ‘ê dîtin û destnîşan kirin ku ew ê ji bo azadiya hemû jinan, bi taybet jinên Ereb bixebitin.

Şervanên YPJ‘ê: Em ji bo azadiya jinan şer dikin
Şervanên YPJ‘ê: Em ji bo azadiya jinan şer dikin
Şervanên YPJ‘ê: Em ji bo azadiya jinan şer dikin
18 hezîran, 2018   04:46

XALID EL-CÛMA – EHMED SEMÎR / HESEKÊ

Şervanên YPJ‘ê di Pêngava Bagera Cizîrê de ya bi armanca rizgarkirina bajaroka Dişîşa û ewlekariya sînorê Iraq û Sûriyê di eniyên pêş de li hemberî terora herî xeternak di cîhanê  cih girtine.

Hejmareke şervanên YPJ‘ê yên ku nû tevlî refên YPJ‘ê bûne armanca tevlîbûna xwe ya Pêngava Bagera Cizîrê de ji ANHA‘yê re anîn ziman û gotin ku ew ji bo zadkirina jinan çeteyên DAIŞ‘ê şer bikim.

Zeyneb Dêrik: Ev cara yekemîn ez tevlî şerê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê dibim. Wekî jineke ciwan ji Dêrazorê ez ê mîsyona xwe ya rizgarkirina welatê xwe û jinên Ereb ji zulma DAIŞ‘ê ya bi salan pêk bînin, ez ê li hemberî zihniyeta ku jin tenê karê malê dike û zincîrên kolekirina jinan bisekinim."

Viyan Dêrazor: Ez beşdarî Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bajaroka Dişîşa bûne û ez ê beşdarî pêngavên li pey wê jî bibim, wekî ku ez azad bûme, ez ê jinên bindest jî rizgar bikim, da ku mafên xwe bidest bixin."

(bb)

ANHA



" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen>