ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18.06.2018
18 hezîran, 2018   04:00

-Pêşveçûnên Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê û gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Şervanên YPJ‘ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de cih girtine, diyar kirin ku wan azadiya xwe di nava YPJ‘ê dîtin û destnîşan kirin ku ew ê ji bo azadiya hemû jinan, bi taybet jinên Ereb bixebitin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Reqayê yekemîn şehîdê Hêzên Antî Teror bi merasîmekê bi heybet li goristana şehîdan a gundê Hikûmiyê oxir dikin. Saet 19:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Koçer konên taybet bi xwe re digerînin û bi riya van konên ku ji porê sewalan hatiye çêkirin xwe ji germa havînê û sermaya zivistanê diparêzin. Ev kon li gorî paya xwediyê wê yê civakî ji gelek beşan pêk tê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo, lingê sereke ya aboriya civakê koperatîf e. Koperatîf di gel ku têkiliyên civakê xurt dike, jêdera sereke ya gelek malbatan e. Rola jinan di avakirin û pêşxistina koperatîfan de sereke ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bi armanca kêmkirina rêjeya bêkariyê di nava welatiyên Reqayê de û bi taybet di nava ciwanan de Buroya Karkirinê ya girêdayî Komîteya Karûbarên Civakî bi hemû derfetên xwe hewl dide kar ji welatiyên Reqayê re peyda bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêveberiya Şaredariyan a Kantona Qamişlo dê di hefteya pêşiya me de 8 hezar û 400 metre rêyên têketin û derketina Qamişloyê çêke. Ji sedan 90'ê rêyên nava bajar xirabe ne. Şêniyên bajar li benda çêkirina rêyên nava bajar in.

HEVPEYVÎN

- Sekretêrê Tevgera Rêform Emced Osman diyar kir ku Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê şer û aloziyan kûrtir dike û got ku ji bo gelê kurd berjewendiyên xwe yên salane biparêz in pêwîstiya wan bi lêvegereke siyasî heye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

-Bi derketina aloziya avê li Iraqê piştî ku Tirkiyeyê herikîna ava çemê Dicle birrî, behsa van projeyên Tirkiyeyê û ziyan û sûdên wê li ser gelên herêmê tên kirin. Projeyên avakirina bendavan mîrasekî şaristanî ya kurdî û şûnwarên bajarên kevnar binav û tune dike. Her wiha Ereban jî ji herikîna avê bê par dihêle. Lê tenê Îsraîl ji van projeyan sûd werdigire, nemaze bi riya ava ku li ser gelên herêmê hatiye birîn bi boriyan (ku jêre tên gotin boriyên aştiyê) difiroşe Îsraîlê.

ANHA