Tecrûbeya koperatîfan roj bi roj berfireh dibe

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo, lingê sereke ya aboriya civakê koperatîf e. Koperatîf di gel ku têkiliyên civakê xurt dike, jêdera sereke ya gelek malbatan e. Rola jinan di avakirin û pêşxistina koperatîfan de sereke ye.

Tecrûbeya koperatîfan roj bi roj berfireh dibe
Tecrûbeya koperatîfan roj bi roj berfireh dibe
Tecrûbeya koperatîfan roj bi roj berfireh dibe
18 hezîran, 2018   04:20

RÊNAS REMO – KADAR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo, ji destpêka ku sîstema komînal hatiye rûniştandin ve şêniyên navçeya aboriya xwe civakî bi koperatîfan pêşdixin.

Li navçeyên Tirbespiyê û Til Hemîsê bi beşdarbûna 600 endamî 19 koperatîf çandiniyê bi 17 hezar domin ered hatin avakirin.

Piştî ku ev koperatîf bi ser ketin, şêniyên gundan jî ev terûbe li gel xwe pêk anîn. Di vê çarçoveyê de, du koperatîfên sewaldariyê hatin vekirin. Yek li gundê Mizgeftê û ya din li gundê Girê Mergê.

Di koperatîfa li gundê Mizgeftê de 82 kes û ya gundê Girê Mergê jî 11 kes cihê xwe de nav de digirin. Li aliyekî din jî bi beşdarbûna 14 endamî û 3 karkeran dukana firotina mirîşkan bi rengê koperatîf hate avakirin.

Derbarê koperatîfan de, berpirsyarê koperatîfên navçeya Tirbespiyê Mihemed Emîn Remedan El-Mihemed diyar kir ku armanca wan a sereke ji koperatîfan, belavkirina çanda bi hev re jiyankirin e û rê girtina li ber keysbaiyê ye.

Mihemed Emîn, destnîşan kir ku di du salên derbasbûyî berhemên koperatîfan pir baş bû û anî ziman ku îsal barana kêm bandoreke neyinî li ser berhemdayîna koperatîfên çandiniyê kir.

Derbarê mekanîzmeya alîkardayîna ji bo koperatîfên Mihemed Emîn ev tişt anî ziman," Mala Koperatîfan a navçeya Tirbespiyê Tirbespiyê destekê dide her koperatîfan, bêyî ku destwerdana di biryarên wan de bike, ji ber ku bi koperatîfan civakeke azad ava dibe."

Rol jin di koperatîfan de

Di avakirin û pêşxistina koperatîfan de rola jinan sereke ye. Di vê çarçoveyan de koperatîfên taybet ên jinan hatin avakirin.

Jinan, koperatîfa Înana ya çêkirina mûnê, 3 koperatîfên çandiniyê li xeta Alya û Sinceq ava kirin. Di her sê koperatîfan de 6 hezar domin ered hate çandin û 40 jinî tê de cih girtin.

Rêvebera Aboriya Jin a navçeya Tirbespiyê Behîra Îbrahîm da zanîn ku jin roleke sereke di pêşxistina aboriya xweser de dilîze û got ku koperatîf jêdera aboriya jinê ye.

Behîra Îbrahîm, têkildarî plansaziya koperatîfên jinan, diyar kir ku di demên pêş de dê li gundê Hilwa firneyek bi beşdarbûna 11 jinan were vekirin, her wiha kargeha madeyên paqijiyê û dukaneke cilan li gundê Maşûq, û dukana firotina zebzeyan li Til Marûf dê bêne vekirin.

(bb)

ANHA