Şêniyên Dêrikê ji ber xirabûna rêyan bi gazin in

Ajokar û şêniyên Dêrikê ya herêma Cizîrê ji ber xirabûna rêyan û zêdebûna kortalan gazincan dikin. Ev demek e ku rêyên dirêj nehatine temîrkirin û ev yek bandorê li tevgera tirimpêlan dike.

Şêniyên Dêrikê ji ber xirabûna rêyan bi gazin in
Şêniyên Dêrikê ji ber xirabûna rêyan bi gazin in
Şêniyên Dêrikê ji ber xirabûna rêyan bi gazin in
Şêniyên Dêrikê ji ber xirabûna rêyan bi gazin in
Şêniyên Dêrikê ji ber xirabûna rêyan bi gazin in
Şêniyên Dêrikê ji ber xirabûna rêyan bi gazin in
17 hezîran, 2018   09:58

QAMIŞLO

Di nava 7 salên aloziya Sûriyê de mîna hemû herêmên Sûriyê, ji ber kêmbûna xizmetê gelek zerar gihaşt saziyên xizmetê yên bajar û herêmên Rojava – Bakurê Sûriyê. Her wiha kêmbûna av, ceyran û xirabûna rêyan yek ji pirsgirêkan e ku şênî gazincan jê dikin.

Bajarê Dêrikê yê girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê ji ber ku li ser sînorê başûrê Kurdistanê ye û ji ber ku hemû erebeyên bar ên ji korîdora Sêmalka tên, tê re derbas dibin, hemû rêyên wê xirab bûn.

Car caran şaredarî rêyên bajar sererast dike lê di havîna derbasbûyî de ji ber madeya îsfeltê kêm bû, şaredariyê tu karê sererastkirinê nekir.

Rêya di navbera Dêrik û Qamişloyê de ku herî zêde xirab bûye, ji ber ku zêde ji aliyê şêniyan ve tê bikaranîn pêwîstiya wê bi sererastkirinê heye. Her wiha rê û kolanên nava bajar jî tijî kortal bûne.

Ne tenê rêyên bajar, lê belê piraniya rêyên gundan jî xirab bûne. Her wiha rêya Sêmalka ya di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de zêde xirab bûye. Tenê şaredariyê xîz (qûm) lê reşandiye.

Di vê çarçoveyê de welatiyê bi navê Ziyad Îbrahîm got ku rê zêde xirab bûne û wiha pê de çû: "Şaredariyên rejîmê herêmên kurdan paşguh dikirin lê niha şaredariya gel jî bi erka xwe ranabe û pirsgirêka rêyan paşguh kiriye."

Îbrahîm destnîşan kir ku ji ber xirabûna rêyan erebeyên wan jî xirab bûne û ev tişt anî ziman: "Temîrkirina erebeyan buha ye û ji ber wê pêwîst e em her demekê erebeyên xwe temîr bikin."

Îbrahîm di axaftina xwe de bang li şaredariyê kir ku rêyan sererast bike û ev tişt got: "Dibe ku ji nû ve îsfeltkirina rêyan buha be, lê derfetên şaredariyê heye ku bi awayekî lezgîn sererast bike." 

Silêman Yûsif li ser zehmetiyên şêniyên bajarê Dêrikê di çûn û hatinê de axivî. Yûsif ev tişt bi lêv kir: "Di demên berê de me nedixwest ku biçin gundan, ji ber ku rê xirab bûbûn. Lê niha rêyên bajar ji yên gundan xirabtir bûne. Heke şaredarî dest bi karê sererastkirinê neke wê hemû rê ji warê xizmetê derkevin."

Yûsif di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku gelek kortal di rêyan de çêbûne û ev tişt got: "Em bang li şaredariyê dikin ku pirsgirêka rêyan bi awayekî lezgîn çareser bike."

Yûsif tekez kir ku rêya korîdora Sêmalka zêde xirab bûye û hemû şandeyên ewropayî di wê rêyê re derbasî Rojava dibin, ji ber wê pêwîst e şaredarî rêyê îsfelt bike.

Piştî ku şêniyan der barê xirabûna rêyan de nêrînên xwe gotin, me wek ANHA êş, zehmetî û gazincên şêniyan ji şaredariyê gotin.

Di vê çarçoveyê de hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Hisên Adem got ku hemû rêyên gund û bajarê Dêrikê xirab bûne. Adem got ku ji mafê şêniyan e ku gazincan bikin û banga lezgîn bikin.

Adem di berdewama axaftina xwe de wiha axivî: "Ji bo bajar de me gelek proje danîne. Yek ji wan sererastkirina rêyan e. Me projeyên xwe ji meclisa kantonê re şandine û em li hêviya êrêkirinê ne da ku em dest bi sererastkirinê bikin."

Adem diyar kir ku rewşa şer û bi taybet êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê bû sedem ku ew dereng dest bi projeyên xwe yên îsal bikin.

Adem tekez kir ku ew ê di demeke nêz de dest bi sererastkirina rêyan bikin.

Adem destnîşan kir ku dê nikare demê ji bo sererastkirina rêyan diyar bike û li hêviya meclisa kantonê ne û heke projeyên wan were erêkirin, dê dest bi sererastkirinê bikin.

Hêjayî gotinê ye ku Şaredariya Gel car bi car û bi taybet di demsalên havînê de rê û kolanan sererast dike. Lê di demsala havîna borî de tu xebatên sererastkirina rê û kolanan pêk nehatin, nemaze ji ber ku mîqdara qîrê ku hatiye çêkirin, têra herêmê nedikir. Bi taybet piştî ku Şaredariya Gel rêyên ber bi mezarên şehîdan ve û hin rêyên gundan li gorî pêwîstiyê qîr kirin. Her wiha hin zemînên balafirgehên leşkerî ku Koalîsyona Navneteweyî di şerê li dijî DAIŞ'ê de li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi kar dianîn, hatin qîrkirin.

(bx/ew)

ANHA