Artêşa Tirk li Cûdî operasyon da destpêkirin

Artêşa Tirk a dagirker li herêma Cûdî ya Şirnexê bi desteka hewayî dest bi operasyonê kir.

Artêşa Tirk li Cûdî operasyon da destpêkirin
17 hezîran, 2018   09:54

Li gorî nûçeya ANF'ê Çavkaniyên herêmî ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker li Girê Çolya û derdora wê dest bi operasyonê kiriye.

Hate gotin, operasyon bi desteka hewayî hatiye destpêkirin. Hin cerdevan jî tevlî opersyonê bûne.

HPG'ê heta niha li ser mijarê tu daxuyanî ne daye.