Astengdarî koçberiyê girantir dike

Welatiyê astengdar Ehmed El-Xelîl (44) ji gundewarên Dêrazorê koçber bû û niha di kampa koçberan a Eyn Îsa de di nav şert mercên  zor û zehmet de dijî.

Astengdarî koçberiyê girantir dike
17 hezîran, 2018   09:49

MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Di kampa koçberan a navçeya Eyn Îsa de derdora 13 hezar welatiyên ku piraniya wan ji Reqa û Dêrazorê ne, dijîn. Di bin her konekî de serpêhatiyeke zehmetiyên jiyanê heye. Di kampê de jî êş û zehmetiyên welatiyan dewam dikin.

Koçberê astengdar ê bi navê Hemed El-Xelîl ê ji Dêrazorê ji ber şerê di navbera rejîma Sûriyê û çeteyên DAIŞ'ê de neçar ma tevî malbata xwe koçber bibe.

Ehmed 7 sal berê dema di karê avasaziyê de dixebitî, ket xwarê û ji pişta xwe astengdar bû. Ji ber vê yekê ev 7 sal e nikare kar bike. Piraniya endamên malbatê zarok in û ev yek zehmetiyên wî yên jiyanî kûrtir dike.

Malbata Ehmed ji dayik, bav û 6 zarokan pêk tê. Piştî Ehemd astengdar bû, birayê wî ku rewşa wî ya aborî baş bû, alîkariya wî kir. Mesrefên wan pêk dianîn, lê ji ber koçberiyê wî û birayê xwe hev û dû winda kirin. Ehmed û malbata xwe jî gihaştin kampa Eyn Îsa û niha bi alîkariyên rêxistinan û welatiyên din ên di kampê de debara xwe dikin.

Ehmed der barê rewşa xwe de da zanîn ku ew êdî nikare bixebite û bang li rêxistinên alîkariyê kir ku destê alîkariyê dirêjî wan bike.

Serpêhatî û çîroka Ehmed El-Xelîl yek ji hezaran çîrokên welatiyên Sûriyê ye ku di kampan de dijîn.

ANHA