Sewalkar ji niha ve êm depo dikin

Sewalkarên katnona Girê Spî dest bi depokirina êmê pezê xwe yê demsala zivistanê kir. Sewalkar di van demên havînê de ji bo zivistanê amadehiyê dikin.

Sewalkar ji niha ve êm depo dikin
Sewalkar ji niha ve êm depo dikin
Sewalkar ji niha ve êm depo dikin
Sewalkar ji niha ve êm depo dikin
17 hezîran, 2018   08:56

MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Piştî ku cotkar dest bi berhevkirina berên xwe dikin, sewalkar dest bi berhevkirina kayê dikin. Kaya ku ji ber qeselên genim, ceh û nîskan derdikeve, depo dikin û di demsala zivistanê de wek êm didin sewalên xwe.

Ji ber ku di vê dema salê de buhayê kayê erzan e, cotkar niha dest bi berhevkirin û kirîna wê dikin. Kesên zeviyên wan hene, ji zeviyên xwe berhev dikin û sewalkarên ku zeviyên wan nîn in jî kayê dikirin. Niha buhayê kayê li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî bi 40 lîreyên Sûriyê tê firotin. Lê belê di demsala zivistanê de kîlo digihîje 100 lîreyên Sûriyê.

Di demsala zivistanê de çêra pez kêm dibe, ji ber ku zevî hemû têne çandin, sewlkar neçar dimînin ku êm bidin pezê xwe.  Sewalkarên ku di demsala havînê de kayê depo nekin, neçar dimînin ku di demsala zivistanê de kayê bi buhayê zêde bikirin.

Hin cotkarên ku derfetên wan ên depokirinê hene, kaya ji zeviyên wan derdikeve, depo dikin û di demsala zivistanê de bi buhayê zêde difiroşin sewalkaran.

Gelej caran jî bazirgan jî kaya di bazarê de ji cotkaran dikirin û di demsala zivistanê de bi buhayên zêde difiroşin.

Sewalkarê bi navê Mihemed El-Îsa der barê mijarê de got ku ew dema kayê berhev dikin û ji sewalên xwe re depo dikin û wiha dom kir: "Îsal cureya kayê ne zêde baş e, rewşa hewayê bandor lê kir, lê ji ber ku ka êmê sereke yê sewalan e, em neçar in depo bikin."

Sewalkarê bi navê Elî El-Silêman jî da zanîn ku ew kayê dikirin û ji bo sewalên xwe depo dikin.

ANHA