Dilê zarokên Efrînê xweş kirin

Ji bo dilên zarokên Efrînê yên li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya Şehbayê xweş bikin pîrozbahiyek hate lidarxistin.

Dilê zarokên Efrînê xweş kirin
Dilê zarokên Efrînê xweş kirin
Dilê zarokên Efrînê xweş kirin
16 hezîran, 2018   18:33

ŞEHBA

Tevgera Kevana Zêrîn a Kantona Şehbayê bi hevkariya Desteya Çandê ya kantonê ji bo zarokên Efrînê yên li kampa Fafîn a Şehbayê pîrozbahiyek organîze kir.

Pîrozbahî, bi stranên ji aliyê koma "Kulîlkên Efrînê" ya girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê ve destpê kir.

Di şahiyê de, her wiha koma dîlanên filklorî ya ya zarokan  a "Çiyayê Kurmênc" dîlanên xwe pêşkêş kirin.

Şanoyeke bi navê "Çivak û Pişaftin" ji aliyê endamên Desteya Çandê û Tevgera Kevana Zêrîn ve hate pêşkêşkirin.

Pîrozbahî bi dirûşemeyan bi dawî bû.

(bb)

ANHA