Welatiyên Reqa cejna Remezanê li şervanên QSD'ê pîroz kirin

Di nava bîranînên reş ên kevin û şahiyên îro de, welatiyên bajarê Reqayê cara yekemîn cejna Remezanê piştî rizgarkirinê pîroz dikin û spasiya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re anîn ziman.

Welatiyên Reqa cejna Remezanê li şervanên QSD'ê pîroz kirin
16 hezîran, 2018   10:47

Emar El-Xelef / Reqa

Bi hatina cejna Remezanê, welatiyên Reqa berê xwe dane parkên sereke yên bajêr û cejna xwe pîroz dikin. Di van parkan de yên weke El-Reşîd û El-Bustan zarok jî bi coş dilîzin û dikenin.

Di salên borî de ku bajarê di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de bû, lîstokên zarokan di cejnan de hatibûn qedexekirin. Çeteyan her wiha zarokên keçik û xurt ji hevûdu cûda dikirin û cil û bergên Pakistanî û Çîçanî li ser welatiyan ferz dikirin.

Welatiyên Reqa kêfxweşiya xwe bi hatina cejna Remezanê anîn ziman û ji ajansa me ANHA'yê re diyar kirin ku ev cara yekemîn e piştî rizgariyê şahiyên cejnê li dar dixînin û cejna Remezanê li şervanên QSD'ê pîroz kirin.

Welatiyan diyar kirin ku ev cejn û şayên wan bi saya fedekariya şehîdan pêk hatiye. Zaroka bi navê Diyah Mihemed El-Xetîb bi kêfxweşî got ku ew êdî dikarin bê tirs bi hevalên xwe re bilîzin û şad bibin.

Welatiyê bi navê Îbrahîm El-Elî jî girêdayî heman mijarê wiha got: "rûkenî li rûyên welatiyên bajêr vegeriyaye û spasiya komîteya hawîrdor û parkan kir ku bi hatina cejna Remezanê parkên wan amade kirin û lîstokên zarokan jî bi cih kirin."

El-Elî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû koçberên Reqayê kirk u vegerin malên xwe û beşdarî jinûve avakirina bajarê xwe bibin.

(cu)

ANHA