Lehiyên Havînê.. çi rû dide?

Li gelek herêmên Sûriyeyê di destpêka demsala Havînê de rewşeke atmosfêrê ya cûda rû da, di encama barîna zêde ya baranê di destpêka demsalê de û bi taybet li herêmên Bakurê Sûriyeyê gelek lehî herirkîn û di encamê de ziyanên mezin bi hilberînên van herêman bûn.

Lehiyên Havînê.. çi rû dide?
16 hezîran, 2018   10:24

ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Sûriye di van demên dawî de rastî atmosfêrekî cûda hat û di encamê de barîna baranê zêde bû û gelek lehî herikîn û ziyaneke mezin bi mal û milkên welatiyan bûn û bi dehan welatî bûn qurbanî.

Tenê li bajarê Kobanê di encama lehiyan de 6 welatiyên sivîl ku di nava wan de jin û zarok jî hebûn ji ber lehiyan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bi dehan xaniyên welatiyan hilweşiyan.

Sedema veguhertina atmosfêrê çi ye?

Di encama dû û gazên fabrîkeyan de û şerê ku niha rû dide bandoreke neyînî bi çîna Ozon ku parastina zemînê dike bûye û ji ber wê germahiya zemînê hatiye girtin û hişt ku barîna baranê li hin herêman gelekî zêde be. Nemaze di van salên borî de rêjeya germahiyê jî zêde bûye.

Li rex van mijaran evan gazên ku derdikevin bandorê tevgerbûyîna ewran dike û hişt ku rewşa atmosfêrê îsal li Şamê û sala borî li Stenbolê were guhertin û di bin herikîna lehiyan de bimînin.

Êdî baran ne di dema xwe de dibare. Li Sûriyeyê û bi taybet li herêmên Bakurê Sûriyeyê barîna baranê di vê demsalê de ti carî bi vê zêdebûnê nehatiye barîn.

Kobanê para xwe ji lehiyan wergirt

Îsal û bi taybet di demsala destpêka Havînê de li kantona Kobanê veguhertineke atmosfêrê pêk hat û di encama barîna zêde ya baranê de ziyaneke mezin bi zevî û mal û milkên welatiyan bûn. Her wiha li hin deverên bajarê Kobanê bilindahiya rêjeya barîna baranê gihşt 100 sm.

Li gorî welatiyên temen mezin ên kantonê diyar dikin ku wan ti carî barîna baranê bi vî rengî di jiyana xwe de nedîtine.

Taxa Botan û gundê El-Qenaya herî zêde ziyan dîtin

Taxa Botan yek ji taxên ku di bajêr de nizim e û li nêzî girê Meştenûr dikeve û ava gir hemû bi ser wê de hat û di encamê de lehiyeke mezin bi ser wê de hat.

Li gundên rojavayî bajêr jî ku welatiyên wê xwe dispêrin hilberîna çandiniyê ew jî rastî ziyaneke mezin hatin. Li van deveran jî gelek xaniyên welatiyan ji ber herikîna lehiyan hilweşiyan. Her wiha gelek zeviyên çandiniyê yên welatiyan jî têk çûn.

(jh)

ANHA