Cotkaran Zivistanê zerar dîtin niha dixwazin sûdwergirin

Şêniyên gundewarên Aliyan ên girêdayî bajaroka Girke Legê dest bi çandina sebzeyên demsala Havîne kirine.

Cotkaran Zivistanê zerar dîtin niha dixwazin sûdwergirin
Cotkaran Zivistanê zerar dîtin niha dixwazin sûdwergirin
Cotkaran Zivistanê zerar dîtin niha dixwazin sûdwergirin
Cotkaran Zivistanê zerar dîtin niha dixwazin sûdwergirin
Cotkaran Zivistanê zerar dîtin niha dixwazin sûdwergirin
16 hezîran, 2018   09:08

QAMIŞLO/KELSÛMA ALÎ

Şêniyên gundewarên Aliyan ên girêdayî bajaroka Girke Legê zêdetirî xwe li ser çandiniyê xwe xwedî dikin. Îsal jî baran di wextê xwe de nebarî û  beşeke mezin ji çandiniya demsala Zivistanê zerar dît. Bi taybet genim û ce zerar dît û bû sedema cotkar ziyanên mezin bibînin.

Di van mehên dawiyê de û bi taybet meha gulanê baran gelekî bariya û cotkar dixwazin ji şilehiya erd sûdwergirin. Niha destpêkirine sebzeyên bejî diçînin.

Cotkar destpêka meha hezîranê destbi çandina werzan dikin. Di werzan de zebeş, tirozî û fincik diçînin. Pêdiviya van sebzeyan bi avdaniyê nîne û li bazarên herêmî têne firotin. Her wiha cotkar fêde ji dendikên zebeş û qawînan digrin.

Cotkarê bi navê Ehmed Tehlo yê ji gundê Çîlka anî ziman ku wan ji ber çandiniya demsala Zivistanê gelek zerar dîtin û niha dixwazin ji sebzeyên Havînê sûdwergirin.

Gazinca Ehmed Tehlo mîna cotkarên dîtir ji bihabûna çandinî û reşandina dendikan heye lê belê ji bo debara jiyana xwe bikin, dîsa jî sebzeyên bejî diçînin.

(np)

ANHA