Trump û Makron rewşa Îranê, Sûriyeyê û Koriya Bakur gotûbêj dikin

Serokê Emerîka Donald Trump û serokê Fransa Emmanuel Makron siyaseta bazirganî û rewşa li Koraiya Bakur, û Sûriye û Îranê gotûbêj kirin.

Trump û Makron rewşa Îranê, Sûriyeyê û Koriya Bakur gotûbêj dikin
16 hezîran, 2018   10:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Koçka Spî di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokê Emerîka Donald Trump û serokê Fransa Emmanuel Makron bi riya telefonê siyaseta bazirganî û rewşa li Koraiya Bakur, û Sûriye û Îranê gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku girêdayî lûtkeya Trump û Kîm serokê Emerîka Trump diyar kirine ku armanca wan tunekirina çekên nuklerî ya Koriya Bakur e.

Her wiha herdu serokan aloziya Sûriyeyê gotûbêj kirine û banga çareseriyê bi riya çalakiyên Cenêvê kirine. Trump di telefona xwe de behsa mijara Îranê  û fûzeyên palîstîk kiriye.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku Trump ji Yekîtiya Ewropa dixweze ku beşdarî danûstandinan bibe da ku bendên li pêşiya bazirganiyê bêne kêmkirin.

(jh)

ANHA