ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-6-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-6-2018
16 hezîran, 2018   04:00

*Şopandina Hemleya Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêra Zorê.

*Şopandina Berxwedaniya Serdemê ku di pêvajoya xwe ya duyemîn de ye, her wiha rewşa gelê Efrînê li Şehba û çalakiyên piştgirî didin Berxwedaniya Serdemê şopandin.

* Şêniyên kantona Kobanê bersiveke tund dan gefxwarinên Erdogan û gotin:" Em amade hîn zêdetir şehîdan bidin lê belê em radestbûne qebûlnakin˝. (BI WÊNE Û DÎMEN)

* Li Kobanê beriya 50'î salî tenê dikana Nebo Şêx Hesen hebû, îro jî di nava hemû dikanên bazara Kobanê Şêx Hesen çawa kar dike? (BI WÊNE Û DÎMEN)

* Pêşkêşvanê bernameya Ax û Welat Şerîf Mihemed pirtûkek bi navê Ax û Welat ku agahiyan li ser gundên Efrînê dide, amade dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

* Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Pêşverû ya Kurd a Sûriyê Ehmed Silêman ji ajansa me re axivî û got ku Erdogan û hikumeta wî nikarin pirsgirêkên heyî veşêrin, lê belê bi nêzîkatiyên xwe pirsgirêkan kûrtir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

* Recai Himêdî li hemberî zincîra kevneşopiyan disekine, tevlî xebatên siyasî û rêveberî dibe û niha Cîgira hevserokên meclîsê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

* Ji bav û kalikê xwe fêrî komkirina şûnwaran bû û ji bo neslên nû radike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

* Şêniyên gundewarên Aliyan ên girêdayî bajaroka Girke Legê destbi çandina sebzeyên demsala Havîne kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

* Focên agirkuj alîkariya şêniyên herêmê dikin û heyanî niha destwerdana 70 buyerên şewatê kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

* Li nêzî kolana Tilel a Kobanê, hunermend Xalid Etaş parçeyên ji texteyên xwezayî çêdike. Hunera wî bala gelek welatiyên herêmê dikişîne. Parçeyên çêdike bi piranî wek diyarî tên bikaranîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA