Nêzî bajaroka El-Deşîşe şer diqewimê

Di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de li nêzî Gaziya Ebû Meseb ku 3 km nêzî bajaroka El-Deşîşe ye, şer diqewimê.

Nêzî bajaroka El-Deşîşe şer diqewimê
Nêzî bajaroka El-Deşîşe şer diqewimê
Nêzî bajaroka El-Deşîşe şer diqewimê
Nêzî bajaroka El-Deşîşe şer diqewimê
Nêzî bajaroka El-Deşîşe şer diqewimê
Nêzî bajaroka El-Deşîşe şer diqewimê
15 hezîran, 2018   19:39

EHMED SEMÎR-XALID CÛMA/HESEKÊ

Hemleya Bagera Cizîrê li başûrê rojhilatê bajarê Heseke didome. Niha li nêzî Gaziya Ebû Meseb şer di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê bi çekên giran diqewimê. Her wiha şervanên QSD`ê ji gundê Til El-Cayir navendên çeteyên DAIŞ`ê topbaran dikin.

Gaziya Ebû Meseb 3 km nêzî bajaroka El-Deşîşe ye û El-Deşîşa jî yek ji girîngtirîn navendên DAIŞ`ê ye. Di encama şerê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de qewimî çete xwe dan paş û berbi Gaziyê ve çûn, her wiha şervanan gelek nuqteyên DAIŞ`ê yên di navbera gundê Til El-Cayir û Gaziya Ebû Meseb rizgar kirin.

Niha Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 6 km dûrî bajaroka El-Deşîşe ne û şer didome.

(np)

ANHA