Li Kobanê lehî

Li bajarê Kobanê û gundewarên wê baran bi dijwarî dibare û lehî rabûye. Di encama lehiyê de gelek mal di bin avê de mane û niha tîmên rewşên awarte çûn ku alîkariya sivîlan bikin.

Li Kobanê lehî
Li Kobanê lehî
Li Kobanê lehî
15 hezîran, 2018   20:27

KOBANÊ

Li bajarê Kobanê û gundewarên wê di encama barana dijwar de lehî rabû û gelek malên sivîlan di bin avê de mane.

Her wiha niha li taxa Botan Xerbî ya bajarê Kobanê tevgerkirin sekinî ye, taxa Botan Xerbî di biniya çiyayê Miştenûr de ye û av li taxê kom bûye.

Tîmên taybet ên rewşa awarte yên Şaredariya Gel û Heyva Sor a Kurd çûn alîkariya sivîlan bikin. Şaredarî jî hewl dide ku bi alavên xwe ava li kolanên Kobanê kêm bike.

Tê payîn ku di van her du rojên dawiyê de lehî li bajarê Kobanê û gundewarên wê radibe.

(np)

ANHA