`Vîna gelê Kurd ji gefxwarinên Erdogan bi hêztir e`

Şêniyên kantona Kobanê bersiveke tund dan gefxwarinên Erdogan û gotin:" Em amade hîn zêdetir şehîdan bidin lê belê em radestbûne qebûlnakin˝.

`Vîna gelê Kurd ji gefxwarinên Erdogan bi hêztir e`
16 hezîran, 2018   05:00

HÊZA HESEN/KOBANÊ

Şêniyên kantona Kobanê dagirkerî û polîtîka dewleta Tirk li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê ji ajansa me ANHA`ê re nirxandin.

Welatiyê bi navê Muslim Kemal got:" Erdogan dizane ku vîna me ji gefxwarinên wî bi hêztir in. Em ji tiştekî natirsin û em ji bo parastina rûmeta xwe amade ne".

Her wiha Kemal diyar kir ku, dawî li gefxwarinên Erdogan werin, ji her demê zêdetir pêdiviya gelê Kurd bi yekîtiyê heye.

Welatiya bi navê Gulçîn Kenan got:" Heyanî yek ji me bimîne em ê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe bidin. Em radestbûnê qebûl nakin û em amade ne ji bo parastina welatê xwe, zarokên xwe feda bikin˝.

Her wiha Xalid Ceradê anî ziman ku dewleta Tirk a faşist Efrînê kir û niha jî êrîşî Qendîlê dike da ku li pêşiya projeya demokratîk bibe asteng. 

Di berdewamiya gotinên Ceradê de wiha hat gotin:˝ Dewletên navnetewî li hemberî dagirkeriya Efrînê bêdeng man û niha jî Erdogan gef li Qendîlê dixwê û dixwaze êrîşî Qendîlê bike˝.

Tê zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 18'ê Adarê kantona Efrînê dagirkir û di encamê de bi hezaran şêniyên Efrînê neçarî koçber bûn.

(şx)

ANHA