Şêniyên Helebê serdana gorên şehîdan kir

Bi sedan şêniyên bajarê Helebê bi boneya cejna Remezanê serdana goristanên şehîdan kir û cejn li malbatên şehîdan pîroz kir.

Şêniyên Helebê serdana gorên şehîdan kir
Şêniyên Helebê serdana gorên şehîdan kir
Şêniyên Helebê serdana gorên şehîdan kir
Şêniyên Helebê serdana gorên şehîdan kir
Şêniyên Helebê serdana gorên şehîdan kir
Şêniyên Helebê serdana gorên şehîdan kir
Şêniyên Helebê serdana gorên şehîdan kir
15 hezîran, 2018   08:32

HELEB

Bi boneya cejna Remezanê bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê serdana Meydana Şehîd Ebû Şiyar û gundê Beno yê li herêma Şiqêf û gorên şehîdan kir.

Malbatên şehîdan Quran li ser gorên şehîdan xwend û şêranî li welatiyan belav kirin. Welatiyan her wiha ji wir jî serdana Meydana Şehîd Ebû Şiyar kir ku di şer de cenazeyê wî di bin bermahiya de li wir maye.

Li vir jî welatiyan deqeyekê rêz girt û paşê endama Fermandairya YPJ'ê Sozdar Heleb û endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şîhan Şêxo axivîn. Di axaftinan de cejn li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû malbatên şehîdan û şervanan hate pîrozkirin û soza şopandina riya şehîdan hate dayîn û hate destnîşankirin ku dê têkoşîna xwe ji bo rizgarkirina Efrînê bidomînin.

Piştî axaftinan beşdaran cejna hev pîroz kir û gurzên gulan danîn cihê têkoşer Ebû Şiyar lê şehîd bûye.

(dc/ew)

ANHA