Belgeyên sucên dewleta Tirk li Efrînê

Çeteyên artêşa tirk li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa li welatiyê ku dixwest vegere gundê xwe dan û îşkence lê kirin.

Belgeyên sucên dewleta Tirk li Efrînê
15 hezîran, 2018   08:16

BASIL REŞÎD / EFRÎN

Di hin dîmenan de ku ajansa me bi dest xistin, tê dîtin ku yek ji welatiyên gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ji aliyê çeteyên artêşa tirk ve tê kutan û îşkencekirin.

Hate destnîşankirin ku duh saet di derdora 09.00'an de 2 çeteyên koma El-Hemzat a girêdayî artêşa tirk li welatiyê ku nasnameya wî nehate zanîn da û îşkence lê kir. Welatiyê hate îşkencekirin di riya sereke ya gund de dimeşiya.

Di dîmenan de xuya dibe ku dema çete welatî dibînin, welatî destên xwe radike û zikê xwe nîşan dide, da ku ji wan re bibêje çek li gel wî nîn e, lê her du çete di rê de dest bi lêdana wî dikin û wî bi lêdanê ber bi baregeha xwe ve dibin.

Li Efrînê bûyerên îşkence û revandina welatiyan rojane diqewimin û welatî di rewşeke zehmet de dijîn.

(dc/ew)

ANHA