Komîteya Perwerdeyê ya Reqayê ji bo mamosteyan dest bi devreyan dike

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqa û Gundewarên Wê ezmûnên dawiya sala 2017-2018 bi tevlêbûna 64 xwendekaran bi dawî kirin û hewl dide ji bo mamosteyan devreyên nû veke.

Komîteya Perwerdeyê ya Reqayê ji bo mamosteyan dest bi devreyan dike
Komîteya Perwerdeyê ya Reqayê ji bo mamosteyan dest bi devreyan dike
15 hezîran, 2018   08:04

RUBA EL-ELÎ/REQA

Xwendekarên Reqayê piştî qutbûna 4 salan ji xwendinê di dema DAIŞ'ê de û piştî rizgarkirina herêmê ji hêla hêzên QSD'ê ve, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ezmûnên dawiya salê bi tevlêbûna 64 xwendekaran bi dawî kirin.

Piştî bidawîbûna ezmûnan komîte amadekariyên vekirina devreyên perwerdeyê yên havînê ji bo mamosteyên bajar û gundewarên wê dike.

Endamê Rêveberiya Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê Elî El-Şenan diyar kir ku xwendekaran ji ber qutbûna ji xwendinê di ezmûnan de zehmetî kişand.

Der barê planên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqa û Gundewarên Wê de Elî El-Şenan wiha got: "Di betlaneya havînê de dê mamoste perwerdeyên fikrî, şêwazên wanedayînê, fêrkirin û materyalan bibîbin”

Di dawiya axaftina xwe de El-Şenan diyar kir ku dewreyên perwerdeyê dê li 12 navendên Reqa û gundewarên wê pêk werin.

(şx/ew)

ANHA