Hêviya koçberan a cejnê veger e

Bi rasthatina cejna Remezanê re kêfxweşî di nava welatiyan de belav dibe, lê welatiyên koçber ên di kampên Bakurê Sûriyê de dijîn, ji vê kêfxweşiyê bê par dimînin.

Hêviya koçberan a cejnê veger e
Hêviya koçberan a cejnê veger e
Hêviya koçberan a cejnê veger e
Hêviya koçberan a cejnê veger e
Hêviya koçberan a cejnê veger e
Hêviya koçberan a cejnê veger e
Hêviya koçberan a cejnê veger e
15 hezîran, 2018   08:26

SELWA EBDULREHMAN – Israi REMEDAN / MINBIC

Welatiyên di kampên koçberan de dijîn, bi rasthatina cejna Remezanê re hêvî kirin ku ewlehî li tevahiya welat pêk were û bikarin vegerin warên xwe.

Di kampa gundê Resim El-Exder a li rojhilatê bajarê Minbicê de ku niha 350 malbat tê de dijîn, piraniya wan ji ji bajarê Meskenê ne ku niha di bin destê hêzên rejîmê de ye. Welatiyên koçber kêfxweşiya xwe anî ziman û hêvî kir ku di cejneke din de aramî li tevahiya welat pêk were û bikarin vegerin warên xwe.

Welatiyê bi navê Mihemed Mustefa dibêje ku niha vegera malê zor e û ev tişt anî ziman: "Mala min li bajarê Reqayê xira bûye, tiştek nîn e ez careke din lê bikim. Ez hêvî dikim ku di cejna were de ez bikarim vegerim warê xwe."

Jina koçber a bi navê Emîna Elî ya ji bajarê Meskenê jî got ku ew wekî jin di cejnê de şêraniyan amade dikin û ev tişt anî ziman: "Hêviya min a cejnê ew e ku ez bikarim vegerim mala xwe."

Jina bi navê Suad Elî El-Xelef jî  da zanîn ku rewşa şer ew dûrî warê wê kiriye û destnîşan kir hêviya wê ew e ku bikare vegere warê xwe.

Zarokên Sûriyê jî ji ber rewşa şer gelek zehmetî kişandin û dûrî dibistanê ketin. Zarokan jî hêvî kir ku aramî pêk were û bikarin jiyana xwe ya asayî bi malbatên xwe re pêk bînin.

(dc/ew)

ANHA