Şêniyên kantona Qamişlo serdana goristanên şehîdan kirin

Şêniyên kantona Qamişlo bi boneya cejna Remezanê çû serdana goristanên şehîdan. Welatiyan dar û kulîlkên li goristanan av dan.

15 hezîran, 2018   07:35

QAMIŞLO

Îro di berbanga sibê de bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo serdana goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişlo kir.

Welatiyan guzên gulan danîn ser gorên şehîdan û endamên Melcisa Malbatên Şehîdan û welatiyan şêranî li kesên derdorê belav kirin.

Şervanên YPG û YPJ'ê jî cejn li malbatên hevalên xwe yên şehîd pîroz kir.

AMÛDÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê jî serdana goristana Şehîd Îsmaîl Hogir a li navçeyê kir. Welatiyan meşaleya şehîdan a li goristanê pê xist û deqeyekê rêz girt.

DÊRIK

Li herêma Dêrikê jî bi hezaran welatiyên herêmê berê xwe da goristana Şehîd Xebat Dêrik. Welatiyan û dayikên şehîdan şêranî li zarokan û welatiyên derdorê belav kirin.

TIRBESPIYÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê, şervanên YPG, YPJ’ê û hêzên Asayîşê serdana goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugurê kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Welatiyan gurzên gulan li ser gorên şehîdan danîn, her wiha şêranî li kesên derdorê belav kirin.

Welatiyên li hemû bajar û navçeyên kantona Qamişlo piştî serdana goristanên şehîdan berê xwe da gorên xizmên xwe.

(dc/ew)

ANHA