Li El-Hudeyda 96 çekdarên hûsî hatin kuştin

Hêzên Yemenê ku piştgiriyê ji Koalîsyona Erebî digirin, derbeyên giran li çekdarên hûsî xistin. 96 çekdarên hûsî li derdora balafirgeha El-Hudeyda hatin kuştin.

Li El-Hudeyda 96 çekdarên hûsî hatin kuştin
15 hezîran, 2018   07:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Yemenê yên piştgiriya xwe ji Koalîsyona Erebî digirin û Erebistana Siûdî serkêşiya wê dike, nêzî balafirgeha bajarê El-Hudeyda bûn. Bi vê yekê bajar ket ber hedefa guleyên wan.

Di heman demê de Koalîsyona Erebî ber bi bajarê El-Hudeyda ve pêşveçûna xwe didomîne û derbeyên giran li çekdarên hûsî xistin. Hêzên Yemenê nêzî balafirgeha El-Hudeyda bûn, her wiha baregehên hûsiyan têk birin û mayînên ku çekdarên hûsî bi cih kiribûn, rakirin.

Li aliyê din jî Rêveberê Tevgera Hûsî Ebdulmelek El-Hûsî li xwe mikur hat ku di hêzên wan têk biçin. Hate gotin ku di şerê li derdora El-Hudeyda de derdora 96 çekdarên hûsî hatine kuştin.