Şêniyên Minbicê cejna malbatên Şehîdan pîroz kirin

Welatiyên Minbicê bi boneya Cejna Remezanê serdana goristana Şehîdan kirin.

Şêniyên Minbicê cejna malbatên Şehîdan pîroz kirin
Şêniyên Minbicê cejna malbatên Şehîdan pîroz kirin
Şêniyên Minbicê cejna malbatên Şehîdan pîroz kirin
Şêniyên Minbicê cejna malbatên Şehîdan pîroz kirin
Şêniyên Minbicê cejna malbatên Şehîdan pîroz kirin
Şêniyên Minbicê cejna malbatên Şehîdan pîroz kirin
Şêniyên Minbicê cejna malbatên Şehîdan pîroz kirin
15 hezîran, 2018   06:13

MINBIC

Şêniyên Minbicê bi boneya Cejna Remezanê serdana goristana Şehîdan kirin. Welatiyan li ser goristanê şêranî li malbatên şehîdan û welatiyan belav kirin. Li goristanê Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil axivî û di serî de Cejna Remezanê li hemû welatiyan û bi taybet malbatên şehîdan pîroz kirin û ev tişt anî ziman: "Wekî me berê soz daye ku em ê şopdarên riya şehîdan bin, îro careke din em soza xwe dubare dikin ku em ê heta dawî şopdariyên riya şehîdên xwe bin. Em ji vir cejna hemû şervanên di çeperên berxwedanê de pîroz dikin."

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ibrehîm El-Xilê û Hevseroka Melcîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundên wê Nezîfa Xelo jî axivîn. Di axaftinan de cejna Remezanê li hemû gelê Sûriyê hate pîrozkirin û şehîdên azadiyê yên ji bo parastina welat canê xwe fedakirin, hatin bibîranîn.

Şevê din jî welatiyên Minbic û endamên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê serdana goristanên şehîdan kiribûn û finid li ser goran pêxistin.

Welatiyên Minbicê her wiha di roja cejnê de serdana gorên xizmên xwe yên sivîl jî kirin.

ANHA