Li Cerablusê erbeya bombebarkirî teqîn – HATE NÛKIRIN

Şevê din saet di 02.00’de li bajarê Cerablusê ku di bin dagirkeriya Dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, erebeyek bombebarkirî li nêzîkî deriye sînor  hat teqandin.

Li Cerablusê erbeya bombebarkirî teqîn – HATE NÛKIRIN
15 hezîran, 2018   04:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama teqînê de zerarek zirareke mezin a madî çêbû. Ji ber ku çeteyan derdora teqînê girtin û rê nedan tu kes nêz bibe, derbarê hebûna kuştî û birîndaran tu agahî ne hatin bidestxistin.

Piştî teqînê demek dirêj dengê guleyan ji qada ku teqîn lê pêk hat, hate bihîstin.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hat bi destxistin teqîn di encama nakokiyên di navbera çeteyên ser bi dewleta Tirk a dagirker ve pêk hatiye. Çavkaniyan destnîşan kirin ku teqîn di encama nakokiyên di navbera çeteyan de pêk hatiye û hate gotin ku ev teqîn bi armanca tesfiyekirina serçeteyê bi navê Ebû Cabir ku wekî Fermandarê Polîsên Leşkerî yê Cerblusê hatiye erkdarkirin, pêk hatiye.