Partiya Komunistî a Kurdistanê banga yekrêziyê li gelê Kurd kir

Partiya Komunistî a Kurdistanêda dagirkeriya Tirkiyê ya li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û banga yekîtiyê li partiyên kurdî kir.

Partiya Komunistî a Kurdistanê banga yekrêziyê li gelê Kurd kir
14 hezîran, 2018   21:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Komunist a Kurdistanê daxuyanî da û êrîşên dagirketiya Tirkiyê yên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku pergalên desthilatdar û paşverû her tim li djiî aşîtî û demokarasiyê dixebitin, mafê gel a diyarkirina çarenûsa xwe qebûl nake, bi her awayên ne exlaqî şerên zalmane û derxistina tevliheviyê dikin da ku berjewendiyên xwe yên siyasî pêk bînin, bêyî ku mafên gelê yên demokrasî û jiyana aştîyane ber çavan derbas bikin.

Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ku rêjîma Erdogan a faîşîst ji bo dagirkirina herêma Efrînê çekên qedexekirî bi kar anîn, çete û leşkerên xwe berdan ser Efrînê da ku gel êşkence bikin û wan bide koçberkirin û mikên wan desteser bikin. Terorîstên li wir ji bo guhertina demografiya vê herêmê bi şev û roj dixebitin.

Partiya Komunist a Kurdistanê, di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku rêjîma terorîst Başûrê Kurdistanê dagir dike, gund, bajarok, zevî û keriyên pez bomebeberan dike û wiha domand, "Dewleta Tirk bi hinceta şerê PKK‘ê herêma Qedîlê bomebebaran dike, lê mebesta wê dagirkirin e. PKK‘ê ji aliyê xwe gelek caran ji bo aşîtî û demokrasiyê bang kir, lê rêjîma xwînmij a faşît ji bo ensiyatîfa aşîtî û biratiyê tu gav ne avêt."

Partiya Komunist a Kurdistanê, di dawiya daxuyaniyê de bang li partî û hêzên Kurdistanî kir ku bi yekrêzî li hemberî şerê qirêj ê dagirkeriyê bisekinin, her wiha bang li hêzên aşîtîxwaz û demokrasîxwaz ên cîhanê kir ku şerê dagirketiya şermezar bikin.

(bb)

ANHA