Rûspyan bersiv dan gefxwarinên Tirkiyê

Rûspiyên Reqayê gefxwarinên Serokê Tirkiyê Receb Tayîb Erdoxan red kirin û gotin:˝ Gelên Bakurê Sûriyê dê bi hev re li dijî gefxwarinan şer bikin û pîlansaziyên Erdoxan ên li ser Sûriyê têk biçin˝.

Rûspyan bersiv dan gefxwarinên Tirkiyê
14 hezîran, 2018   06:47

FÎRAS TEYAWÎ/REQA

Rûspiyên herêma Reqayê gefxwarinên Tirkiyê li ser bajarê Minbicê ji ajansa me ANHA`ê re nirxandin.

Rûspiyê herêma El-Keramê ya Reqayê Hisên El-Bircis anî ziman ku hinek dezgehên raghandine yên girêdayî derve belav dikin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hêzeke kurdî ye, lê bele ne wisa ye û QSD`ê ji ciwanên hemû pêkhateyên herêmê hatiye avakirin. Li herêma Bakurê Sûriyê cûdahî di navbera Kurd, Ereb, Aşûrî û Suryanî nîne. Em hemû bi hev re li dijî gefxwarinên dewletên derve şer dikin˝.

El-Bircis di nava gotinên xwe de daxuyanî û gefxwarinên Erdoxan li ser Minbicê şermezar kirin û wiha got:˝Em gefxwarinên Erdogan li ser Minbic şermezar dikin û gefxwarinên wî qebûlnakin. Gelên Bakurê Sûriyê dê hevbeş li hemberî pîlansazî û komployên li ser Sûriyê bisekine˝.

Deham El-Şiblî jî ku rûsipiyê bajaroka El-Hewese axivî û got:˝ Erdoxan pîlansaziyên te yên li ser Bakurê Sûriyê bisernakevin û tu û gurûpên xwe hûne ji xaka Sûriyê derbikevin˝.

Deham El-Şeblî di dawiya gotinên xwe de gelê Efrînê û şervanên QSD`ê silav kirin.

(np)

ANHA