CÎK: Em van qijnikên xwînmij li sindoqê bieciqînin

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi boneya Cejna Remezanê peyamek weşand û got, "Di vê hilbijartinê de em ji van qijnikên ku xwîna dîn û gelê me dimêjin xilas bibin."

CÎK: Em van qijnikên xwînmij li sindoqê bieciqînin
14 hezîran, 2018   06:48

 NAVENDA NÛÇEYAN

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), bi boneya Cejna Remezanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Pêxemberê me pêşengî ji afirandina ruhê piştevanî, hestên xwişk-biratiyê û wekheviya mirovan kiriye.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê diyar kir ku meha Remezanê navê wê mehê ye ku ev têgîn di ruhê mirovan de ji nû ve zindî dibin û hate gotin, "Qurana ku bi fermana 'bixwîne' dest pê kir, di vê mehê de hate danîn. Meha Remezanê tê wateya rehemetê û rizgarkirina ji dojehê."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku yên li Kurdistanê ji gel re dibêjin 'birayên me yên dînî', bi salane zilm, zext û zordariyê li gel dike û ev tişt hate gotin, "Zilma ku Nemrûd û Fîrewnan wê wextê li Misilmanan nekirin, dewletên ku bi navê 'Misilman' bang xwe dikin, li gelê me yê mezlûm û xwedî bawerî dikin. Ev destihlatdarî bi tirsê, hîle û zextê, dîn ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Ev desthilatdarî û xwediyên dewletan, kincê dînê Îslamê li neteweperstiya Ereb, Fars û Tirk kirin û dîn dîl girtin. Kirin ku Musilman rastî û şaştiyê ji hev dernexînin."

Sûnd xwarine ku her tiştên Kurdewariyê tune bikin

Di peyama CÎK`ê de hate ragihandin ku hikumeta AKP`ê û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê şerekî giran ê hilweşîner û bê rehm dike û hate gotin, "Ev kesên ku ji bo talan, destdirêjî, dizî û qirkirinê fetwayan derdixînin, niha jî bi wesîleya Cejna Remezanê peyaman diweşînin. Yên ku ji me re dibêjin 'Kurd birayên me yên Misilman in' dibêjin ku ew jî ji heman olî bawer dikin, sûndxwarine ku her tiştên bi navê Kurdîtiyê tune bikin. Hewl didin gelekî qir bikin. Li Bakur, Rojava, Başûr komkujî û qirkirin li ser Kurdan ferz kirine. Li Efrînê bi sed hezaran kes bê cih û war hiştin, zarok bê dê û bav hiştin."

Em van qijnikên xwînmij bieciqînin

CÎK'ê destnîşan kir ku ji bo cejn bibe cejn, pêwîstî bi edalet, azadî û aramiya madî û manewî heye û got, "Di van hilbijartinan de divê em van qijnikên xwînmij ên bûne belayê serê ol û miletê me, di sindoqan de bieciqînin. Bi vî rengî divê em xwe bigihînin rastiya azadî, xwişk-biratî û kêfxweşiyê ku armanca cejnê ye."

Di dawiya peyamê de cejna Remezanê li gelê Kurd û alema Îslamê hate pîrozkirin.