Berhevkirina sebzeyên havînî li gundewarên Tebqayê dest pê kir

Cotkarên gundewarên Tebqayê dest bi berhevkirina sebzeyên havînê kirin.

Berhevkirina sebzeyên havînî li gundewarên Tebqayê dest pê kir
Berhevkirina sebzeyên havînî li gundewarên Tebqayê dest pê kir
Berhevkirina sebzeyên havînî li gundewarên Tebqayê dest pê kir
Berhevkirina sebzeyên havînî li gundewarên Tebqayê dest pê kir
13 hezîran, 2018   16:22

ESMEHAN UMER / TEBQA

Cotkarên gundê El-Cirniyê ya herêma Tebqayê dest bi berhevkirina sebzeyên havînî kirin.

Qurtkirina ava çemê Firatê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ku ev bûye 8 meh in dodome, her wiha derketina gelek stasyonên avê ji xizmetê bû sedem ku berhemên îsal li beramberî salên derbasbûyî pir kêm be.

Her wiha baran û lehiya ku di dawiya buharê de bariya hişt ku gelek berhem werin telifkirin.

Cotkar Elî Salih di derbarê berhevkirinê de wiha got:" em berheman berhev dikin, dişon û pişt re dixin tûran(ambelaj). Beşek ji wê difroşin bazarên herêmê û ya zêde ji herêmên din re bar dikin".

(şx)

ANHA