‘Dîroka Tirkiyê bi komployan tijî ye‘

Siyasetmendarên navçeya Tirbespiyê diyar kirin ku têkbirina îradeya gelan armanca yekemîn a dagirkirina Tirkiyê li Efrînê ye û destenîşan kirin ku dîroka Tirkiyê bi lîstok û komployan tijî û dagirtî ye.

‘Dîroka Tirkiyê bi komployan tijî ye‘
12 hezîran, 2018   06:29

RÊNAS REMO – KADAR ÎBRAHÎM / QAMIŞLO

Nûnerên partiyên siyasî yên navçeya Tirbespiyê derbarê kiryarên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ji ANHA‘ê re axivîn.

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk Buroya Tirbespiyê (PYD) Hisên Xalid got ku dewleta Tirk her dixwaze xwe bi hêz nîşan bide, li ser vê yekê yeknetew, yek al, yek ziman li ser gelan feriz bike.

Xalid, her wiha destnîşan kir ku dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve armanc jê ew e ku projeya demokratîkbûyîn a li Bakurê Sûriyeyê ku bi xwîna şehîdan hatiye rûnişkandin têk bibin. Hisên Xalid anî ziman ku guhertina demografî armanc jê ew e derxistina tevliheviyê di navbera gel de derbixîne.

Endamê Komîteya Rêveberiya Giştî ya Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Xesan Nîfo anî ziman ku binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyeyê ne tiştekî nû ye û kiryarên ku Osmaniyan 4 sed sal berê li herêmê pêk anîne bi bîr xist û got, "Nezanbûn belav kiribûn, li dijî Ermenan komkujî pêk anî bûn, paşê jî li dijî êzidiyên Şengalê, îro li Bakurê Sûriyeyê jî heman kiryaran didin meşandin."

Endamê Partiya Yekîtiya Suryan Josef Yûsif jî ji aliyê xwe de, da zanîn ku dewleta Tirkiyê dijminahiya Kurd, Ereb û Suryan an dike û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Neviyên Erdogan Osmaniyan derheqê Ermen, Asur, Kildan û Suryan komkujî pêk anîn û Kurd koçber kirin. Niha li Efrînê jî Erdogan heman kiryaran li dijî sivîlan pêk tîne û demografiya herêmê dide guhetine, dixwaze vê yekê serweriya xwe li ser herêmê feriz bike û serdema Osmaniya vegerîne."

(bb)

ANHA