Rûspiyên eşîrên Ereb destekdayîna xwe ji Bagera Cizîrê re tekez kirin

Rûspiyên eşîrên Ereban ên navçeya Şedadê diyar kirin ku ewê hata dawiyê destekdayîna hemleya Bagera Cizîrê bikin û gotin ku ew tu carê derfet nadin ku tu kes ji derve destdirêjiya axa wan bike û ewê hertim alîkariya şervanên QSD`ê bikin.

Rûspiyên eşîrên Ereb destekdayîna xwe ji Bagera Cizîrê re tekez kirin
12 hezîran, 2018   06:13

EHMED SEMÎR – XALID EL-CUMA / HESEKÊ

Rûspiyên eşîrên Ereban ên navçeya Şedadê ji ajansa me ANHA`yê re axivîn û diyar kirin ku ewê heta dawiyê destkedayîna şervanên QSD`ê û Hemleya Bagera Cizîrê bikin.

Di vê çarçoveyê de Rûspiyê Eşîra El-Bû Hemdan, Sayir El-Qenas got ku ew destkedayîna hemleya Bagera Cizîrê bi serkêşiya QSD`ê dikin û gotin ku ew ji her tiştî re amade ne da ku çeteyan tune bikin.

El-Qenas bang li hemû eşîrên herêmê kir ku alîkariya şervanên QSD`ê yên ku li hember terorîstan şer dikin, bikin

Ji aliyê xwe ve R ûspiyê Eşîra El-Cibûr, Hemza Kiûd El-Sultan diyar kir ku ev hemle li ser xwesteka şêniyên herêmê hate destpêkirin da ku herêm ji çeteyan were rizgarkirin û wiha anî ziman,"Şervanên QSD`ê bang gel pêk anî û ji bo ku şêniyan ji çeteyan rizgar bikin dest bi hemleyê kirin."

EL-Sultan di axaftina xwe de got ku hemû şêniyên herêmê tu carî teredud jiyan nekirin ku tevlî hemleya rizgarkirina herêman bibin. EL-Sultan di berdewamiya axaftina xwe de got ku zarokên herêmê tevlî hemleyê bûn da ku herêmên xwe ji çeteyan rizgar bikin ji ber ku di demên berê de gelek zor û zehmetî ji ber kiryarên çeteyan dîtin.

El-Sultan destnîşan kir ku pêwîste rûspiyên eşîran û şêniyên herêmê ku çete têde hene di nava têkiliyan de bin û tekez kir ku şêniyên herêmê li hêviya şervanên QSD`ê ne da ku azdî û aramî bi xwe re bînin.

Ji aliyê xwe ve Rûspiyê Eşîra El-Cibûr, Menaf Rida El-Fadil ê ku ji bajaroka Şedadê ye ev tişt got,"beriya 4 salan me gelek zor û zehmetî ji çeteyên DAIŞ`ê dîtin. Lê bi saya şervanê QSD`ê emê herêmê ji çeteyan rizgar bikin."

El-Fadil di dawiyê de got ku ji bo ku herêm ji çeteyan were rizgarkirin bi sedan şervanan canê xwe feda kirin û ev tişt got,"Her kesê ku dixwaze destkeftiyên me bin pê bike wê çarenûsa wan mirin be. Em tu carî derfet nadin tu kesî ku destdirêjiya axa me ya ku  bi saya xwîna şervana hatiye rizgarkirin, bikin."

(bx)

ANHA